Wek beşekî ji karê berdewamkirina pirojeyên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Desthilata demkî ji bo xelkên herêma Efrînê karibin herêmên xwe birêve bibin, Encûmeneke xwecihî bo bajarokê Cendirêsê hate damezirandin, û birêz Subhî Riziq wek serokê Encûmenê hate hilbijartin.
Encûmen ji 15 endaman ji bajarokê Cindirêsê bi serokatiya Riziq, cîgirê wî Fewzî Hesen, her weha çar endamên cîbicîkirinê pêk tê.
Pêngav bi damezirandin encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê 12 vê heyvê dest pê kir, serokê encûmena xwecihî ya bajarokê Cendirêsê duh ji ragihandinê re got ku encûmen dê digel hevkariya fermanberiyên desthilata demkî kar bike tako karê dezgehên heyî li bajarok kartêker bike û xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bike.
Û got: ‘’karê me di dema dahatî de dê giringiyê bide vegerandina niştecihên ko li derdorê herêma Efrînê asê mane bo malên wan, her weha rewşa ewlehiyê dabîn bikin, û warê fêrkirin û tendiristî û xizmetgozeriyan kartêker bikin.‘’
Riziq destnîşan kir ko desthilata Tirkiyê piştgiriya xwe ji encûmenê re bo paşerojê tekez kir, û wê encûmena hibijartî karê xwe destpêka hefteya dahatî dest pê bike.
Encûmena navçeya Cindirêsê pêngaveke din e bo hilbijartinên encûmenên xwecihî yên hemû navçeyên herêmê yên bi ser Heleba azad ve ne, bi amanca vegera aramiyê û dabînkirina vegera derbideran bo mal û milkên xwe.
Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb got ko encûmena nuha dê herêmê bo demeke digehê 6 heyvan birêve bibe, di pey re wê encûmeneke nû bi beşdarbûna hemû xelkên herêmê bête hilbijartin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilatta Sûrî ya demkî û encûmena parêzgeha Helebê ya azad û Encûmena bajarê Efrînê, kargeheke kar derbarê pêdiviyên bajarê Efrînê lidar xist, û amanca kargehê ew e pêkanîna piştgiriyê bo dabînkirina pêdiviyên sivîlan yên bingehîn û aktîvkirina dezgehên xizmetgozeriyê li herêmê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî