Bobelata mirovî li Xûta rojhilat zêdetir dibe ligel berdewamiya bombebaranê li ser taxên nişteciyên wê û têkşikestina konseya ewlekariyê di standina biryarekê de ji bo rawestandina êrîşên leşkerî yên wêranker.
Encûmena parêzgeha Şamê ya ser bi wezareta rêveberiya xwecihî ya hikûmeta demkî ve nameyek ji aliyê xwe ve bi riya Hevbendiya Niştimanî ji bo serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan pêşkêş kir, û têde daxwaza destêwerdaneke bilez kir ji bo parastina jin û zarokên Xûta rojhilat, da rê li pêşiya rêjêmê bigire ji bo êrîşî deverê neke û komelkujiyan pêk neyne, û serokê Tirkiyê han da ji bo karê rakirina bi yekcarî ji dorpêça li ser Xûtayê re bike, ji ber bandoreke wî ya mezin li ser herdu astên navdewletî û Îslamî heye.
Li ser malparên tora civakî parçevîdiyoyek li ser malbateka Xûta rojhilat ya ku zaroka wan bi sedema bombebarana firokên Rijêmê jiyana xwe jidest daye hatiye belav kirin, û papîrê zarokê di rewşek têkçûyî de diyar dibe û li pêşiya kamîrê dibêje “Ez dixwazim ew bimire ji bo bi xem û xemgînî nejî”, wek amajepêkirinekê bi rewşa mirovî ya xerab li navçeya Xûta rojhilat.
Xûta rojhilat ji pênc salan ve hatiye dorpêçkirin, û niha rastî êrîşeke serbazî ya dijwar dibe ku bûye sedema kuştina bi hezaran û wêranbûna navçeyê bi awayekî berfireh, tevlî kêmbûna kelûpelên xwarinê û yên pizîşkî ku bûye sedema mirina bi dehan ji ber birçîbûn û nedermankirina wan.
Û zêdetir ji 400 şehîd û hezar birîndarî di çar rojên borî de ketin bi sedema bombebarana bi dijwarî û bikaranîna bombeyên fisforê û yên qedexekirî.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksiwî duhî di kongirekî rojnamevanî de daxwaz kir ku nehêlin Rûsiya dengdanê di her pirojebiryarekî derbarê Sûriyê de bike, ji ber ku ew bi xwe aliyekî sereke di şerê li dijî gelê Sûriyê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî