Desteya danûstansinên Sûrî çend civînên giring li bargehên Netewên Yekgirtî li bajarê Cinêvê lidar xistin, tê de operasiyonên leşkerî yên rêjîmê û Rûsya li ser Idlibê û bandora wan li pirosesa siyasî gengeşe kirin.
Her weha şanda desteyê digel berpirs û diblomasiyên Emerîka, Yekîtiya Ewropî, Turkiyê, Siûdî, Urdin, Ostiralya û Yabanê civiya. Dr. Nesir Elherîrî serokê desteya danûstandinan derbarê rewşa Idlibê axivî û bi taybetî binpêkirinên rêjîmê û Rûsya ji peymana Idlibê re, û tekez kir ko rewşên mirovî bi sedema berdewambûna operasiyonên bombebarana li ser herêmên niştecihan û bargehên giştî aloztir dibin.
Elherîrî got ku rêjîma Esed û Rûsya tiroristiyê wek behane dibînin tako sivîlan amanc bikin û operasiyonên koçkirina kotekî dubare bibin wek ko li herêmên corbicor çêbûne, û tekezî li ser giringiya hevkariya navdewletî kir tako gurkirina şerî rawestînin, û bi bendên peymana Idlibê pabend bibin, û jidil têkevin pirosesa aştiyê.
Her weha şanda desteyê bi cîgirê şandyarê navdewletî Xewla Meter ya berpirsiyara peydeçûna dosya girtiyan pêk anî, û dibîne ku ew dosyake hestyar e û di heman çaxî de bobelat e.
Serokê desteya danûstandinan sêşembê li Enqerê digel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo civiyaibû, û li ser aramkirina rewşa Idlibê tekez kirin, û herduyan giringiya parastina sivîlan û rewşên mirovî yên aloz û derbaskirina alîkariyên mirovî gengeşe kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî