Serokê desteya danûstandinên Sûriyê Nesir Herîrî got ku vegera penaberên Sûrî ji berî pêkanîna çareseriya siyasî gaveke zû û nerast e, û hişyarî da li ser tawanên hêzên ewlekariya rijêmê û çekdarên terorîst ên Îranê û pêkanîn tawanên berfireh li dijî wan, wek heyfhilanînekê ji şoreşgeran.
Herîrî çend Tweet li ser malpera “Twitter” belav kirin, têde gotiye ku hêminî û ewlehî li Sûriyê nîne, û ne jî atmosfereke baş heye ji bo vegera bi mîlyonên penaberan, û diyar kir ku ew penaber ji Sûriyê reviyan ji bo parastina jiyana xwe ji zext û zordariya rejîmê û sazîyên leşkerî û ewlekariyê yên Beşar Esed û çekdarên mezhebî yên girêdayî pasdarên Îranê.
Û tekez kir ku vegera penaberan tişteke girîng û stratejî ye, û dikeve di berjewendiya Sûriyê û gelê wê de, lê weha jî got: “. Lê belê, ev yek şaş e ku em rabin bi vê gavê bi awayekî bilez, bêyî pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh”.
Û bal kişand ku “Ev rengê vegarandinê dê jiyana bi milyonan welatiyên sûrî careke din bêxe di bin metirsiya tolhildana rejîma Esed, û jiyana di bin zordarî û stema wî de”.
Û axiftina xwe berdewam kir û got ku “doza penaberên Sûrî û bargiraniya wan a aborî û ewlekarî û civakî yên bi sedema mana wan li welatên penaberiyê, ew tişteke sereke ye li pêşiya desteya danustandinê, ku hewl dide van mijaran wek paketeke berfireh di nava çareseriya siyasî de û di bin sîwana NY de çareser bike, ji bo ku atmosferek aram û guncayî ji bo vegera penaberan dabîn bike”.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs piştrast kir ku dema vegera penaber û koçberan girêdayî ye bi qonaxa veguhestina siyasî û hebûna rewşeke ewle û aram li Sûriyê, û ew yek hîn pêknehatiye, û xwiyaye hîn dûr e.
Camûs, daxwaz ji NY û bi taybetî ji dostên gelê Sûriyê kir, ji bo pêvajoya vegera penaberên Sûrî di van rewşan de nepejirîne, ku ew wek “chihê nîgeranî û nearamiyê ye” şirove kir, û tekezî li ser pêwîstiya hilgirtina berpirsyariyan ji bo parastina welatiyên sivîl li gor peymanên navnetewî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê