Desteya danûstandinan ya Sûrî duhî çarşemê êvarî li New Yorkê, li perawêza civîna 73emîn ya komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, çend hevdîtin bi hejmarek ji rayedarên ewropî re pêkanîn û behsa pêşhatên siyasî û meydanî kirin.
Nesir El-Herîrî, Serokê Desteya danûstandinan, di hevdîtina ligel endamên parlamentoya Danîmarkê, bi berfirehî nêrîna desteyê ji çareseriya siyasî re li Sûriyê şirove kir, û tekez kir ku ew bizavê dikin ji bo gihîştina çareseriyekê ku bersiva daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina civakek demokrat û azad ya rûmeta gel piparêze bide, piştî rizgarbûna ji desthilata dîktatorî ya stemkar, ya bûye jêdera teror û tundrewiyê.
El-Herîrî, bal kişand ser ku rejîm û hevalbendên xwe hewl didin ku çareseriyê li gor berjewendiyên xwe yên teng li ser hisabê berjewendiyên gelê Sûriyê çê bikin, ku xizmetê bide mana rejîmê û saziyên wê yên zordest yên bûne sedema vê trajediyayê, bi sedema mana wê li ser desthilatê û bersivnedana daxwazên gel ên rewa.
Piştre desteyê hevdîtin ligel Rêvebera giştî ya Karûbarên derve ya Siwêdî, xanim “Anna Karen Onstrom” kir, û El-Herîrî rewşa li Idlibê û Peymana li vê dawiyê şirove kir, û tekezî li ser giringiya bihêzkirina rola Netewên Yekbûyî kir, ji bo peydakirina çareseriyekê di asta daxwazên gelê Sûriyê de, bi rêya çareseriya siyasî ya berfireh li ser bingeha biryarên navnetewî.
El-Herîrî bal kişand ser hewlên hin aliyan yên berovajî çareseriya rastîn, bi rêya axaftina li ser vegera penaberan, bêyî peydakirina rewşek ewle ji wan re, hevdem ligel hebûn û berdewamiya rejîmê, sedema sereke ya koçberkirin û reva wan.
Şanda desteya danûstandinan pirogramê hevdîtinên xwe bi dîtina nûnera polîtîkaya derve ya Yekîtiya Ewropayê, Frederica Mugireny bidawî kir, û serokê desteyê diyar kir ku Komîsyona Makezagonê dibe dergeh bo çareseriyeke berfireh li Sûriyê, ku dê bi rêya wê veguhastin ber bi paşroja Sûriyê misoger bibe, bêyî hebûna stemkar, yê bûye sedema peydabûna vê trajediya mirovî ya bêmînaka di dîrokê de.
Herwiha El-Herîrî, tekezî li ser giringiya hevkarî û piştevaniya di navbera aliyên peymana Idlibê kir, û destnîşan kir ku rejîm û alîgirên xwe hewl didin ku rêkeftina Idlibê peymanek demikî be, û ev yek xuya dibe bi riya gefên wan ên berdewam ên bikaranîna karên leşkerî, ku ev yek wê bibe sedema kuştina sivîlên bêsûc bi awayekî zêdetir û koçberbûna bi hezaran, herwiha El-Herîrî supasiya helwesta Yekîtiya Ewropayê kir , li ser vexwendina wê ya ji bo lidarxistina rûniştineke taybet derbarê Sûriyê li Netewên Yekgirtî bi amadebûna gelek dewlet û aliyên katêker di rewşa Sûriyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê