Desteya Danûstandinên Sûriyê, duhî li Riyad, paytexta Erebistana Siûdî, yekemîn civîn ligel nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo karubarên Sûriyê Pederson Gere li dar xist, û proses û çareseriya siyasî û xalên bibin alîkar ji bo vê yekê ligel wî gotûbêj kirin.
Desteyê di daxuyaniyekê de amadebûna xwe ji bo berdewamiya têkiliya erênî bi nûnerê navnetewî re dupat kir, wek heman têkildariya ligel herdu nunerên berê, û bal kişand ku ev yek tê di çarçoveya “wendanekirina demên zêdetir” de.
Herwihê tekezî li ser karê di bin sîbera Netewên Yekbûyî de li gor daxuyaniya Cenevre û hemû biryarên navnetewî yên girêdayî bi mijara Sûriyê ve kir, bi taybetî biryara navnetewî 2254, ya ku wek karnameya duristkirina çareseriya siyasî ya li ser hatiye lihevkirin tê dîtin.
Û bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya karê ji bo duristkirina komîteya destûrî û bingehên şiklî yên karên wê yên siyasî û rêxistinî wek riya herî giring ya pêvajoya danustandinên siyasî, herweha vekirina rê ji bo temamkirina pêkanîna mijarên din, bi taybetî jî yên girêdayî bi mîkanizmên dabînkirina jîngeheke saxlem û bêalî ji bo referandoma li ser projeya destûrê, ya ku bibe destpêk bo veguhastina siyasî.
Desteyê daxwaza karên ji bo bidestxistina tedbîrên peydakirina baweriyê kir, bi taybetî jî ji bo serbestberdana girtî û bêseruşûnan, û diyarkirina çarenivîsa kesên binçavkirî, herweha rawestandina binpêkirinên li deverên cuda yên Sûriyê dibin, û berpirsyariya di ber trajediya kesên penaber û koçber, bi taybetî jî yên rastî rewşeke zehmet tên di kampên penaberan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê