Desteya danûstendinê ya Sûrî navên komîteya dariştina destûrî ragihand, ku tê de 15 kes hene ji bo beşdarî yekem civîna danûstendinê ya komîteyê di dawiya vê mehê de li Netewên Yekbûyî li Cenêvê bibin.
Desteya danûstendinê ya Sûrî diyar kir ku wê navên 15 nûnerên xwe ji bo komîteya daraştinê şandin ji Netewên Yekbûyî re, û got ku civîn bi amadebûna serokê desteyê, Dr. Nesr Herîrî ligel komîteya destûrî hate lidarxistin, ku ji hêla desteyê ve bi amadebûna hevserokê komîteya destûrî, Hadî al-Behra hat amadekirin.
Desteyê da zanîn ku Serokê Desteyê bi endamên Komîteyê vedîtinên herî dawîn yên komîteyên biçûk û girûpên kar ligel naveroka makezagonên pêwîst bêne gotûbêjkirin bi aliyê din re pêşkêş kir.
Harîrî cext li endamên xwe kir ku weke yek tîp û bi hestek netewî yê bilind û bi berpirsiyarî tevbigerin, ku berjewendiya welatê Sûriyê, û daxwazên gelê Sûrî di ser her tiştî re bidin pêş.
Harîrî tekez kir ku Komîteya Destûrî, bi 50 endamên xwe, û herweha tîmek ji şêwirmendan wê piştgir bin ji komîteya daraştinê re li Cenevê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî