Desteya danustandinên Sûriyê, rijêma Esed bi terorkirina endamê desteyê Mûnîr Derwêş tohmetbar kir, û daxwaza encamdana lêkolîneke navdewletî di derheqê vê bûyerê de ji NY û rêxistinên mafên mirov kir.
Û desteya danustandinê di daxuyaniyekê de gotiye ku Derwêş jiyana xwe jidest da “bi sedema kiryareke pêlêkirinê li pêşiya mala wî li şarê Şamê roja înê êvarî, û paşre duhî êvarî bimebest hate terorkirin”.
Herwiha desteyê sersaxiyên xwe ji bo malbata şehîd pêşkêş kir û got ku “ew ji aliyên navdewletî û di serî de ji NY û rêxistinên mafên mirov daxwaza pêkanîna lêkolîneke dadpirsînê ya zelal di rûdana terorkirina şehîd de dike”.
Desteyê di daxuyaniya xwe de got ” careke din em soz û peymanê didin gelê Sûriyê yê xweragir li hindur welat û derve ku emê berdwam bimînin li ser şopandina riya şehîd û hemû şehîdan ji bo dabînkirina armancên xelkê Sûriyê û bidestanîna rûmet û azadiyê”.
Û zêdetir got ku ew “rijêma stemkar ya Esed bi xwîna şehîd Mûnîr Derwêş gunehbar dike” û daxwaz ji “xelkê Sûriyê kir ku berdewam bimînin li ser xebata xwe ji bo peydakirina welatekî azad û aram û demokrat bê hebûna rijêma tawankar ya Esed, ya ku li ser destê wê welat hatiye wêrankirin û dagîrkirin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî