Desteya danustandinên Sûrî cext li ser giringiya cîbicîkirina bi carekî ya biryara navdewletî 2254 kir, ya rawestandina bombebarankirinê bi awayekî bilez û gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê pêwîstdar û damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthilatên tewaw di tekesta wê de hatiye.
Îro rija çarşemê ev yek di daxuyaniyekê de hat ya ji aliyê desteya danustandinê ve derbarê bombebarankirin û dorpêçkirina Xûta rojhilat li gundewarê Şamê.
Desteyê diyar kir ku 180 sivîl tevî jin û zarokan hatine kuştin û zêdebarî bi dehên birîndaran di van sê heftiyên borî de bi sedema bombebarankirina bajar û bajarokên Xûta rojhilat ketine, û bal kişandiye ku di van êrîşan de, gazên jehirdar (gaza kilorê) û bombeyên weşî û napalim hatine bikaranîn.
Desteyê got ku “oparesyona hovane li dijî Xûta, careke din dupat dike ku Rijêm ne di rewşa danustandinan de ye, û ew pabend nîne bi çi çareseriyeke siyasî, berovajî weha ew dixwaze her pêvejoyekê ber bi çareseriyê beravîtî bike“.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku nêzîkî 400 hezar sivîlî her ji dawiya sala 2012″an ve ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê bi dijwarî hatine dorpêçkirin, li bajar û bajarokên Xûta rojhilat, û daxuyaniyê gotiye “tevî ku rizgarkirina xelkê dorpêçkirî û gihandina karwanên alîkariyan bo wan hatiye di tekestên biryarên navdewletî de, lê berovajî wan biryaran, ew têne bombebarankirin û dorpêçkirina li ser wan dijwartir dibe, û rastî mirinê û birçîbûn û bombebaranê dibin“.
Û desteyê dît ku riftara hovane ya Rijêm pêrew dike, rengvedaneke rasterast e ji berdewamiya bêdengî û bêkariya navdewletî re li hember zincîra kuştin û dorpêçkirinê ya berdewam ji 7 salan ve“.
Herwiha dît ku civaka navdewletî li pêşiya qonaxeke tewerî ye, û daxwaz jê kiriye ku bi awayekî rijd rê bigire li pêşiya Rijêmê û bi dawîkirina tawanên wê û dadgehkirina tawanbaran û rihakirina pêvejoya siyasî ligor daxuyaniya Cenêv û biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî