Desteya danûstandina Sûrî seredana şandyarê navdewletî Cîr Bidirson ya bajarê Hums rexne kir, got karê şandeyarê navdewletî ‘’ hevnêzîkirinaherdu aliyên danûstandinê ye û neçarkirina Esed bo çûna Cinêvê û rûniştana li ser masa danûstandinê ye.‘’
Bîdirson di seredana xwe ya fermî ya duyem bo Sûriyê çû bajarê Humsê û digel parêzgerê Humsê û tîma Netewên Yekgirtî li herêmê û digel navenda hewandina penaberan yên jin û mêr û zarokan civiya.
Desteya danûstandinan di fîxana xwe ya tiwîter de got: ‘’gerek birêz Bîdirson kar ji bo erkê xwe yê bingehîn bikira ko herdu aliyên kêferatê nêzî hev bikirana û Esed bo çûna Cinêvê neçar bikira tako çareseriyekê bibînin, ji dêla ko xwe bi seredana kavilê Humsê bibîne ‘’ ya ko rêjîma Esed û piştgirên wê ew bi operasiyonên bombebarana hovane wêran kirine, ko hemû cûreyên çekan heta yê kîmawî jî nikar anîne.
Endamê desteya danûstandinan Ibrahîm Elcîbawî, dibîne ko seredana şandyarê navdewletî bo Humsê ‘’û hevdîtina parêzger î wê ko fermana wî nîn e ew seredan mîna rikekê bû hestên Sûriyên ko rêjîma mezhebperest ew bi kotekî ber bi kampan ve ko çi fakterên jiyandinê li wan nîne koçber kirin. ‘’
Elcibawî di fîxana xwe ya Tiwîter de pirsiyar kir’’gelo birêz Bîdirson hay jê heye ko rêjîm alîkariyên mirovî yên ji rêkxistina wî hatine pêşkêş kirin nahêle bigehên wan niştecihan û bo milîtan û nandozên xweyê Sûriyan dikujin dişîne ‘’ pirsiyar berdewam kir: ‘’ gelek Bîdirson xwe mandî kir û seredana kampekê ji kampên koçkirina kotekî li bakurê Sûriyê an dewletên mêvandar ki‘’?
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî