Desteya Danûstandinan ya Sûriyê dibîne ku yasaya “Qeyser” ya ku Encûmena nûnerên Emerîka li ser rejîma Esed û hevalbendên wê sepand, dê ji aliyê abûrî ve rejîmê bifetisîne, û her aliyê ku serderiyê ligel bike jî siza bike.
Ajansa Simart ya xwecihî jî ser zarê peyvdarê Desteyê Yihya El-Erêdî veguhstiye ku wê ev yasa “piştevanên rejîmê jê bêhtir neçar bike ku li ser maseya danûstandinan bicivin, ji ber ku her dem jê direviya”, û destnîşan kir ku “Rejîma Esed piştevanî ji Rûsiya wergirt da ji sizayên kiryarên xwe rizgar bibe, lê niha qirka wî tê xwestin ji ber ku ev siza berfireh in. “
El-Erêdî lêzêde kir û got: “Ev yasa rejîmê di warê abûrî de difetisîne, û dibe ku bandorê li piştevanên wê yan ewên ku serderiyê ligel dikin bike, û ne dûr e rejîm xwe ji vê yasayê jî bide alî “, û wiha got: “Lê ji ber bandora zêde ya sizayan nikare bireve”.
Lêzêde kir : “Heta ku rejîm dixwaze astengiyan ji çi çareseriyeke siyasî re derbixe da ku tişta li Sûriyê diqewime bidawî werîne, dê siza li ser wî zêde bibin û ev dorpêç bighê piştevanên wî jî”
Doh, Sêşemê Encûmena Nûnerên Emerîka biryara “Yasaya Qeyser” der kir, ya sepandina sizayên Emerîka li ser rejîma Esed û piştevanên wê, piştî yek rojê ji sizayên Yekîtiya Ewropayê li ser kesayetî û hin kompaniyên ku pêwendiyên wan ligel rejîmê hene.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa di tiwîtekê de di vê derbarê de got: Biryara Yasaya Qeyser” Ya Emerîkî û firehkirina sizayên Ewropî li dijî rejîma Esed “Gavin rast in, û dibê bi awayekî piratîk bên cîbicîkirin û neyê lipaşxistin”.
Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê lêzêde kir û got ku “Pêwîst e ligel van sizayên Emerîka hin tedbîrên dadwerî bêne kirin, da nehêle tawanbar ji sizayan rizgar bibin, û gav ber bi prosêsa çareseriya siyasî bên avêtin, li gor biryarên navdewletî û beyanameya Cinêv”.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê