Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî roja yekşemê dawî li civînên xwe yên xula 42emîn anî, û aliyên beşdarên civînê dakokî li ser giringiya bilindkirina asta xizmetgozariyan li hindur ji bo welatiyan hat kirin, û tevlî danîna mîkanizmên kar û hemahengiyê di navbera saziyên şoreş û opozisyonê de li deverên nakevin li jêr kontrola rejîmê.
Ji aliyê endamên Desteya Giştî kiryarên hêzên rejîmê yên di çar rojên borî de û binpêkirina peymana agirbestê hatin şermezarkirin, û daxwaz ji hemû aliyan kirin ji bo pabend bibin bi yekçarî bi pêkanîna bendên wê, û bi taybetî yên li ser binpêkirin û kiryarên rojane yên hêzên rejîmê û hevalbendên wê.
Herwiha Hevbendiyê biryar da ji bo pirkirina bizavên xwe ji bo bihêzkirina hevahengiyê ligel saziyên şoreşê yên cuda ligel rêxistinên civaka sivîl ji bo berdewamiya têkiliyan ligel welatên dost, û pêwîstiya pêkanîna fişaran ji bo rawestandina cêbicêkirina fermanên darvekirinê yên li dijî girtiyan û sivîlên bêguneh, wek yên li girtîgeha Hemayê ya Navendî, û herwiha bi bilindî kar û keda rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan û yasanasan nirxandin, û piştrast kirin ku xebata wan li ser yadeştnameya desteserkirina berpirsên rejîma Esed ji aliyê dadperweriya Frnsa , û herwiha ji bo fayilê lêpirsîn u dozgeriyê ku ev yek hevdem tên ligel hewldanên Hevbendiyê bi çend welatan re ji bo damezrandina mekanîzmeke lêpirsînê ya serbixwe bi riya navneteweyî bi rêya Civîna Giştî ya Netewên Yekbûyî.
Hevbendiyê pêşhatên pêvajoya siyasî di rûniştineke taybet de gotûbêj kir, tevlî pêşketinên avakirina komîteya Destûra Bingehîn û astengiyên berdewam yên rejîm û hevalbendên xwe têxin li pêşiya damezirandina wê û viyana wan ji bo pêşgirtina li rola Netewên Yekbûyî di vê mijarê de, ku ji aliyê beşdaran ve giringiya damezrandina komîteya makezagonê û prosesa siyasî li Cinêv hat piştrastkirin, ya bi piştevanîya Netewên Yekbûyî dewam kir, wekî take lêveger ji bo Komîteya Destûrî.
Dîsa beşdaran tekezî li ser giringiya aktîvkirina têkiliyan ligel hemû aliyê herêmî û navnetewî kir û ji bo pabendbûna bi cêbicêkirina biryara 2254 ya konseya Ewlekariyê û daxuyaniya Cinêv ya li (3/ 06 /2012) bi hemû birgên wê bêyî kêmkirin.
Herwiha ji aliyê endamên desteya Giştî ve, rewşa xelkê ê Reqayê û gazinên wan yên ji encamê binpêkirinên milîsên PYD hate gotûbêjkirin, û bi taybetî bûyera kuştina Şêx Beşîr Fêsel El-Huwêdî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî