Evro sibeha şemiyê karê gera normal a hejmar 38 ya civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê dest pê kir, û wê endam operasiyona qirkirina komelî ya berdewam li Xûta rojhelat û rêkên cîbicîkirina biryara 2401 ya Encûmena ewlehiyê gengeşe bikin.
Endamên desteya giştî bikaranîna gelek caran ji çekên kîmawî re ji hêla rêjîma Esed gengeşe dikin, di dema ko civaka navdewletî ji cîbicîkirina biryara taybet bo Sûriyê bêçare ne.
Civînger pêşveçûnên dawî yên siyasî û dosya danûstandinê û operasiyona destûrî bi şêweyekî tekûz li gora birya 2401 gotûbêj dikin.
Endamên desteya giştî dîsa tekez kirin ko Rûsya şirîka rêjîma Esed di tawankariyan de ye, û sozên xwe yên navdewletî bicih nayine, û dibînin ko ev ne li gora ko ew endama herdemî ya Encûmena ewlehiyê ye.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Selwa Iksoy duh got ku bi berdewamiya Rûsya di piştgiriya êrîşên leşkerî li dijî sivîlan , miletê Sûrî dev ji daxwazên xwe bo azadî, rûmet û rûxandina rêjîmê bernade.
Iksoy got: ‘’Gelê Sûrî nadin ser rêka paşvegerê û hewildanên ko rêjîmê biser bixin biser nakevin. û tekez kir ko ew ‘’sûr in li ser azadî û rûmetê û gihaştina dewleteke dîmuqratî ko ew çareseriya bi tenê ye ji tiştên ko li Sûriyê çêdibin re.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî