Îro sibeha roja şemiyê, Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dest bi lidarxistina civînên xwe yên xula 43’an kir, di roja pêşî de pêşhatên dawiyê yên taybet bi asayîş û aramiyê li navçeyên rizgarkirî hatin gotûbêjkirin, tevlî gotûbêjkirina rewşa mirovî ya xirab li kampên koçber û penaberan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdul Rehman Mistefa, destxweşî li gava pêşî ya nûnerê nû yê NY ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen li ser mijara dupatkirina piştgiriya mirovî kir, û bi “destpêkeke baş” da zanîn, û got: “peydakirina çavdêrî û parastinê ji bo koçber û penaberan tişteke giring e”.
Mistafa bang li nûnerê Netewên Yekbûyî kir ji bo di “pêgava bêt” de li ser çareseriya siyasî ya ligorî biryarên navnetewî kar bike, û bal kişand ku “bi tenê ew dibe dergeh ji bo çareserkirina hemû qeyranan”.
Herwiha biryar e ku sibe li roja yekşemê, pêşhatên dawiyê yên siyasî derbarê aktîvkirina pêvajoya siyasî li Cenevre, û destpêkirina karê Komîteya destûrî, û paşre mijarên din yên di daxuyaniya Cenevre bêne gotûbêjkirin, tevlî gengeşekirina proseya vekêşana hêzên Amerîka ji Sûriyê, û dagirtina valahiya çê bibe ji encama vê vekeşanê, ji aliyê artêşa azad ya Sûrî bi alîkariya artêşa Tirkiyê, ji bo dabînkirina asayîş û aramiyê di navçeyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê