Li serê siba îro roja înê, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dest bi civîna xwe ya xula 45’ê kir û bi taybetî bal hat kişandin li ser êrîşên leşkerî yên metirsîdar li ser Idlibê û çarenivîsa nêzîkî sê milyon sivîlên lê dijîn.
Beşdarên civînê bi tevayî piştrast kirin ku topbarana hovane ya ji aliyê hêzên asîmanî yên Rûsya û rejîmê li ser Idlibê, hewldanên navnetewî yên ji bo destpêkirina pêvajoya danustandinan careke din û pêkanîna agirbesteke berfireh li seranserî axa Sûrîyê lawaz dike.
Raporteke berfireh ji aliyê Komîteya Stratejiyan ya Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa Idlibê hat pêşkêşkirin, û gelek pêşniyar û rasparte ji bo rawestandina zêdebûna tundutijiyê li dijî sivîlan li Idlibê hatin pêşkêşkirin, û hişyarî hat dan li ser peydabûna pêleka koçberiya berfireh ber bi welatên cîran de.
Desteya Giştî, destxweşî li vexwandina şanderê tayebt yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Gear Pedersen kir, ya ji bo Rûsya rabe bi parastina agirbestê li deverê, û ji bo pabendbûn û berdewamiya vê yekê.
Herwiha civînê di roja xwe ya yekem de, behsa binpêkirinên bi destê rejîma Esad yên li deverên din kir, di serî de mijara kiryarên binçavkirin û wendakirina bi zorê, û endamên Desteya Giştî cext li ser wê yekê kirin ku ev tawanên şer in, û pêdivî bi helwestên cidî heye ji aliyê Netewên Yekgirtî ji bo darizandina kesên berpirsiyar û veguhestina fayilê sûriyê ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî.
Biryar e ku îro li êvara roja înê, hilbijartin ji bo desteya serokatiyê û desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bêne pêkanîn, tevlî hilbijartinê serokwezîrê nû ji bo Hikûmeta demî ya Sûriyê, piştî Dr. Cewad Abu Heteb.
Û sibe roja şemiyê, Hevbendiya Niştimanî li baregeha xwe ya sereke li gundewarê Helebê, di prês konferensekî de dê behsa êrîşên hovane yên li Idlibê û encamên hilbijartinên Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demî ya Sûriyê û plan û karnameya serokatiya nû ya Hevbendiyê û hikûmeta demî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî