Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî, yê serokê Desteya Bilind ya Hecê ye , Nezîr El-Hekîm, girêbesta birêvebirina werzê bê yê Hecê îmze kir, û li gor wê girêbestê wê 18 hezar hecaciyên Sûrî karibin biçin hecê di werzê hecê yê sala 2018z/1439k de.
Şanda Desteya Bilind ya Hecê, doh Sêşemê, serdana xwe ya Erebistana Siûdî ya 8 rojan berdewam kiribû bidawî kir, û di çarçoveya serdanê de bi birêz Dr. Ebdulfetah Bin Selman Mişat, cîgirê wezîrê Hec û Imrê li Erebistana Siûdî û hejmarek berpirsên wezaretê re civiya.
Şanda Desteya Bilind ya Hecê karê ku Erebistana Siûdî pê radibe derbarê guhdana û xizmeta Hecacên Sûrî di her salê de bilind nirxand.
Ev şeş sal in li ser hev Desteya Bilind ya Hecê serpereştiya rêvebirina geştên Hecacên Sûriyê dike, û hejmara Heciyên sala derbasbûyî gihişte derdora 15 hezaran.
Desteya Bilind ya Hecê hejmarek nivîsgehên wê hene li heryek ji(Misir, Urdin, Libnan, Tirkiyê, û Bakurê Sûriyê) û hin leqên nivîsgehan li heryek ji (Îmarata Erebî, Qeter, Kiwêt) jî hene, ku armanca wan pêşwazîkirina Hecacan û pêşkêşkirina hêsankariyan ji wan re ye.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê