Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê îro li hundirê Sûriyê roja hêrsa Sûrî bi çend civîn û rawestan û çalakiyan vejand.
Ebdilrehman Mistefa cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko banga roja hêrsa Sûrî ji bo nûkirina rewanê şoreşê û vejandina pirinsîbên wê ye, û di serî de dadgehkirina tawankar Beşar û zilamên wî, her weha ev roj tê ji bo pirotestokirina wê xwîna bi stemkarî li Sûriyê ji hêla dijminkarên Rûsî û Hevpeymana navdewletî û milîtanên Îranê û çeteyên Esed hatiye rijandin.
Û bêtir got ko “em îro li ser xaka xwe û di nav miletê xwe de ne, dengê xwe bi xurtî bilind dikin li gora pirinsîbên şoreşa miletê Sûrî ya ji roja pêşî ve daxwaza tunekirina Esed û rêjîma wî ya tirorist û nehêlana vî kabûsî ji ser jiyana miletê Sûrî û pêşkêşkirina van tawankaran bo dadgehan û pêkanîna dewleteke dîmuqrat û piralî û azad, ya rûmet û dadweriyê ji hemû Sûriyan re bê cudahî dabîn bike, kiriye.”
Mistefa got: “em îro ji xaka Sûriyê bangê didin bira û hevalên civaka navdewletî da berê xwe bidin jêderê gendelî û xerabiyê li Sûriyê ku ew jî rêjîma Esed e, ya ko hemû cureyên tiroristiyê bi anîna milîtanên mezhebperest yên bi ser ve bikar anîne, her weha gazî dagîrkerên Rûsî û Îranî kir yên bi sedhezaran ji gelê Sûriyê kuştin û bi milyonan koçber kirin.”
Nesir Elherîrî serokê şanda danûstandinan tekez kir ko “eger Beşar di desthilatê de bimîne tu aramî li Sûriyê û herêmê çênabe, û têkbirina tiroristiyê bi ya jêderê wê ve girêdayî ye ew jî rêjîma Melayên Îranî û milîtanên bi ser ve ne, û divê ji xaka Sûriyê bêne berdan.”
Û got: “piştî 50 salên zordarî û gendeliyê malbata Esed hizir kirin ko serê miletê Sûrî çimandine, lê va ye milet serî hilda û rêjîma Esed ji hindirê wê de hejand.”
Û roja hêrsa Sûrî kampaniyek e mezin e ku çalakvanên Sûrî li gelek malper û alavên danûstandina civakî pê rabûne, ji bo komkirina şoreşgerên Sûrî û azadîxwazan li dijî rêjîma Esed, û daxwaz ji “piştgirên mirovahiyê” kirin ji bo li kêleka kêşeya miletê Sûrî yê azadîxwaz bimînin.
Yên bi kampaniyê rabûne, îro roja şemiyê destnîşan kirine da li hemû cîhanê kom bibin bi armanca “nûkirina sozên xwe û pabendbûna bi pirinsîbên şoreşê heta ruxandina rêjîma Esed.”
Û serkarên vê kampaniyê dixwazin bi milyonan di rojekê de derxînin û namê bigehînin miletên azad û cîhanê ko serokê rêjîmê Beşar yekemîn tisrorist e li Sûriyê, û tekez kirin ko roja hêrsa Sûrî roja piştgirî û hevkariya hemû şoreşgeran li dijî rêjîma Esed e.
Û kampanî daxwazê ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî dike ko Beşar Elesed siza bike û tawankariyên milîtanên Îranî yên tirorist û hemû çeteyan yên ko rêjîma Esed û hevalbendên wê anîne pirotesto bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî