Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hevdîtinek bi nûnerên hejmarek ji partî û çarçoveyên siyasî re lidar xist, û di hevdîtinê de astek bilind ji hestê berpirsyariyê hat xuyakirin, û hemû aliyan cext li ser pêwîstiya berdewamiya weke van hevdîtinan bi taybetî di vê qonaxê de kir.
Hevdîtin bi rêya hevahengiya li gel ofîsa partiyan ya Hevbendiya Niştimanî hat pêkanîn, û bi amadebûna nûnerên Kombenda Niştimanî ya Demokrat, firaksyona Niştimaniya Demokrat ya Sûrî, Encûmena Tirkmanên Sûriyê û çend kesayetiyên siyasî, û bi hev re behsa dumahîk pêşketinên siyasî li ser erdê kirin.
Piştî peyveke bixêrhatinê ji aliyê berêz Abdullah Gedo, kordînatorê ofisa partî û çalakiyên siyasî, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya behsa plana ofîsê ya ji bo têkilî û danûstandinan kir, û behsa girîngtirîn arasteyên Hevbendiya Niştimanî ji bo qonaxa niha û ya pêş de kir, ku beşeke herî girîng ji wan; aktivkirina hevdîtin û bernameyên têkiliyan ligel hemû hêz û çalakiyên siyasî yên opozîsyonê ne, û tevlî gotûbêjkirina hemû pêşniyar û ramanan li gel wan.
Herweha ji aliyê herdu endamên desteya siyasî, Nazir Hakim û Mihemed Yihya Mektebî ve, şiroveyeke berfireh li ser çavpêktina bi Silêman Soylo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê re li hefteya borî û xalên herî girîng yên rêkeftin li ser bû hat pêşkêşkirin, ku xala herî berbiçav, avakirina komîteyeke hevbeş bû ji bo gengeşe û çareserkirina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê.
Û di hevdîtinê de, taybetmendiya vê Komîteya hevbeş hat gotûbêjkirin, û Hevbendiya Niştimanî rijdiya xwe piştrast kir li ser beşdarbûna hejmarek ji çalakvanên rêxistinên civaka sivîl yên xemxwarên vê doze di komîtê de.
Herweha bal kişandin li ser girîngiya lidarxistina hevdîtinên din, li gel waliyê Stenbolê, Wezareta kar ya Tirkiyê, û hejmarek ji waliyên tirkiyê, bi taybetî li wîlayetên ku penaberên sûrî bi zehfî lê dijîn.
Piştre birêz Hadî El-Bahra, endamê desteya siyasî û desteya danûstandinên Sûriyê, pêdaçûneke berfireh li ser rewşa siyasî û bûyerên Idlibê, û asoyên paşeroja herêmê pêşkêş kir.
Paşî El-bahra li ser rewşa pêvajoya siyasî û çareseriya siyasî û şirovekirina dumahîk pêşhat li ser pêkanîna komîta destûrî û rêkeftina li ser kesayetiyên serbixwe û serokatiya komîteyê û mîkanizmên dengdanê axifî, û tekezî li ser giringiya destpêkirina bicihkirina binyatên jîngehek aram û lênêrîna Hevbendiya Niştimanî li ser Komîteya destûrî û çareseriya siyasî kir.
Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif û endamê desteya siyasî Abdul Mecîd Berekat, bi kurtî behsa civîna bi nûnerê Amerîka re û xalên herî girîng kirin, û paşî dergehê pirs û gengeşeyê hat vekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî