Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe a yekemîn di rola nû de lidar xist, û hejmarek ji dozên li ser asta meydanî û siyasî gengeşe kirin, û bi taybetî bombebarana Rûsîya ya duh êvarî dijî bajarê Elbab yê gundewarê Helebê yê bakur.
Û amedebûyan civîna xwe bi Sûnda Yasayî dest pê kir, û di dûv re Ofîsa Girêdanên Leşkerî şiroveyek derbarê armanckirina Rûsiya ji Elbab re pêşkêş kir, û li ser ziyanên ji ber armanckirinê rûdane bi şehîdkirina kesekî û birîndarbûna hejmarek din, her weha ziyanên gihîştine jêrxaneya bajêr axifîn.
Û Endamên Ofîsê bandora lêdana Rûsî berçav kirin, nemaza ku bajarê Elbab yê bakurê sûriyê beşek ji lihevkirinên Rûsî û Tirkî ye, û tekezî li ser pêwîstiya hevrêziyê li gel aliyê Tirkî derbarê rewşa ewlhî li deverên rizgarkirî kirin, her weha giringiya pêkanîna rêşûnên leşkerî yên hevbeş daku nehêlin bûyerên weha dubare bibin.
Û amedebûyan bandorên armanckirina Rûsîya ji bajarê Elbab re li ser asta siyasî û navdewletî û diplomasî gengeşe kirin, û Serokê Hevbendiyê temînîya pêkanîna rêşûnên lezgîn bo belgekirina tewanên bi wê lêdanê rûdane kir, û behsa gihandina wan belgeyan bo Netewên Yekbûyî û Dewletên Dost û Saziyên Navdewletî û pirotestokirina van kiryaran kirin.
Û amadebûyan behsa raporên derbarê gihandina neftê ji deverên Rojavayî Ferat yê ku di bin kontirola milîsên PYD de ne, berve deverên rêjîmê kirin, her weha hebûna rêkeftina di navbera herdû aliyan de derbarê firotina neftê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî ji Komîteya Elcezîre û Elferat daxwaza tekeziya rastiya wan raporên ku bandorên xwe yên metirsîdar hene kir, û binpêkirina wê ji Yasaya Qeyser re yaku têkliya bi rêjîmê re qedexe dike.
Û Endamên Desteya Serokatiyê û Desteya Siyasî li ser karê Komîtan û Ofêsan rawestiyan, herweha li ser hin astengiyên ku nehêştine hin ji wan bi karê xwe bi temamî cîbicî bikin, û kar ji bo çalakkirina wan di riya dabînkirina amûr û hewcedariyên pêwîst re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî