Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekezî li ser hevgirtina hemû hêzên şoreşê kir tako li himber astengiyên dahatî rawestin, û bi helwestên şoreşa Sûriyê pabend bin, heta daxwazên wê yên azadî û rûmetê misoger bikin, û desthilateke piralî û dîmuqratî damezirînin.
Endamên desteya siyasî seredanekê çûn bajarê Xazî Entaba Tirkî, û hevdîtin digel nûnerên çend dezgehên şoreşê û şepêlên partiyan û encûmenên xwecihî û serokê desthilata Sûrî ya demkî û wezîrên wê kirin, û dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî digel wan gotûbêj kirin.
Her weha endamên desteya siyasî digel desteya siyasî ya Tirkumanî ya ko nû hatiye hilbijartin civiya, û digel hev dîtina hevbeş bo paşeroja Sûriyê gotûbêj kirin, û desteya siyasî tekez kir ko Encûmena Tirkumanî pareke resen e ji Hevbendiya Niştimanî Sûrî.
Desteya siyasî digel serpereştên desteya Erkan û artêşa niştimanî Sûrî re civiyan û dawîtirîn pêşveçûnên operasiyona Şaxa Zeytûnê gengeşe kirin, û piştgiriya xwe ya tekûz ji operasiyonê re dubare tekez kirin, û gotin ku giring e hemû rêkxistinên tirorist tune bibin û sivîl bêne parastin.
Wezîrên desthilata Sûrî ya demkî şiroveyeke berfireh li ser piroje û çalakiyên wezaret têde kar dike li herêmên welat yên corbicor tako xizmetên bingehîn ji niştecihan re pêşkêş bikin, pêşdîtin kirin.
Endamên desteya siyasî bal kişandin ser zêdebûna êrîşên leşkerî yên vê dawiyê, yên rêjîm û hevalbendên wê birêve dibin, û sivîl û jêrxanan amanc dikin tako fişarê bidin ser şoreşa Sûriyê û şanda danûstandinan ya Cinêvê, ji bo asta daxwazên xwe kêm bikin ji bo berjewendiya rêjîma dîktator.
Her weha tekez kirin ko nabe çav bê girtin ji viyana miletê Sûrî û qurbaniyên dane ji bo veguhastina siyasî ya tekûz li tevaya Sûriyê, û gotin ko rêjîma Esed bûye parek ji demek bûrî, û divê hemû hêz hevûdu bigirin tako beraberiya arîşeyên qonaxa nuha bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî