Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civîna xwe ya asayî îro pêncşemê, bi amadebûna serokê Hevbendiyê, Enes al-Abda lidar xist, û têde rewşa herî dawî li ser erdê û pêşhatên siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Raporta meydanî û leşkerî, û komkujiyên li dijî sivîlan li Idlib û gundewarên wê ji ber berdewamiya bombebarankirin û wêrankirinê ji hêla hêzên rejima Esed û sponsorvanên wê ve ji aliyê beşdaran ve hatin gotûbêjkirin.
Wan tekez kirin ku ev tawan têne pêkanîn di çarçoveya kampanyeke dirêj û sîstematîk de ji bo qirkirin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina gund û bajarên wan, û civaka navdewletî berpirsiyar dît ji bo rawestandina komkujiyan û parastina sivîlan û bicîhkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarên Sûriyê, nemaze daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Ji hêla Kordînatorên ofîsan, encamên serdanên wan yên vê dawiyê li Amerîka û Yekîtiya Ewropî hatin pêşkêşkirin.
Herweha encamên konfêransa Astana ya dawiyê gotûbêjkirin, û tekezî li ser giringiya agirbestê kirin, herweha parastina ewlehiya sivîlan li gorî yasaya mirovahî ya navdewletî, û serbestberdana girtiyan, zêdekirina alîkariyên mirovahî, û peydakirina jîngeheke aram û bêalî ji bo misogerkirina vegera ewle ya penaberan li ser war û cihên xwe yên berê, tevî dûrxistina çareseriya leşkerî, û hewcedarî bi domandina pêvajoyek siyasî bi sponsoriya Netewên Yekbûyî.
Û ji hêla beşdaran ve, pêşveçûnên “Yasa Qeyser” hatin gotûbêjkirin, ku dibe li Washington bihête pejirandin di dema pêş de, û tekezî li ser giringiya yasayên weha ji bo darizandin û sizadana tawankarên şer li Sûriyê kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî