Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştmanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîneke bilez bo rewşa awarte ya Idlibê û encamên berdewamiya armanckirina sivîlan ji aliyê rêjîma Esesd û Rûsiya lidar xist.
Endamên desteya siyasî pilanek bo tevgerk peywendiyan genege kirin, da bihêlin civaka navdewlatî û aliyên xwedîbandor helwestek yekbûyî û vebir derbarê parastina sivîlan bistînin, jibo bombebarana rêbazkirî ya dijî herêmên tijî malên sivîlan û avahiyên giştî û dezgehên bijîşkî rawestînin.
Û endaman tekez kirin ku neguhdana civaka navdewletî bi tewanên cengê yên berdewam derheqê gelê Sûriyê dibin; wan ji erkên wan ên yasayî bêpar nake, û daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî kirin, û di pêşiyê de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2245, û bi taybetî bendên 12,13,14, ên têkildar bi agirbest û gihandina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran.
Û endaman daxwaz ji nûnerên Encûmana Ewlehiyê kir ku pirojeyan jibo rûbirûkirina Rûsiya, wek alîyekî di nakokiyên sûryê de, pêşkêş bikin, û ewê nehêle ku Rûsiya mafê redkirinê VETO bikar bîne, ligorî biryarên beşê Şeşemîn ji paragrafa sêyem ji bendê heftan ji madeya 52, û bikarbanîna bendê sîyem ji madeya 27 di naveroka peymana Neteweyên Yekgirtî de, ya ku nahêle dewletên beşdar di nakokiyan de mafê dengdanê bikar bînin.
Û dan xwiyakirin ku tewanên ku rêjîma Esed bi alîkariya Rûsiya ya yekser; wek binpêkirineke beloq e ji yasyên navdewletî û zagona navdewletî ya mirovahî re, û got ku armanckirina sivîl û derbiderên deverên bombebarankirî, di çarçoveya têgaha qirkirinê de ye, bi armanca kuştina mezintirîn hejmar ji sivîlan, piştî ku ti derverên din ên ku berê xwe bidinê û lê bibin penaber nema ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî