Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civîna xwe ya roleyî li bargehê Hevbendiyê li gundewarê Helebê evro sêşembê lidar xist, û operasiyonên bombebarana berdewam li ser herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê û tawanên bi wê sedemê derheqê sivîlan de çêdibin gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilrehman Mistefa tekez kir ko berdewamkirina pêkanîna tawanan û vêxistina cengan û binpêkirina peymanên agirbestê ji miletê Sûrî re diyar dike, ko rêjîma Esed “tenê dixwaze welat wêran bike û hejmareke bêtir ji sivîlan bikuje.”
Û got ku rola Rûsya û berşdarbûna wê di piştgiriya rijêmê de; pirosesa siyasî rawestand, her weha piştgiriya helwesta rêjîmê di binpêkirina peymanan de û têketina pirosesa siyasî red kir.
Mistefa diyar kir ko wan kêşeyên rojhelatê feratê û tiştê lê çêdibe ji kirdeyên têkçûn û sotandina dexlan ko bi dehhezaran hiktar dane bexwe gotûbêj kirine.
Desteya siyasî operasiyonên bombebaranê û wêrankirinê dijî herêmên sivîlan û jêrxanan pirotesto kirin, û tekez kir ko qehremaniya artêşa Sûrî ya azad û alayên şoreşa Sûriyê beraber dijminkariyê; cihê rizamendiya miletê Sûrî û hêzên wî yên siyasî ye.
Desteyê li raporta rewşa meydanî û nîrên aloz ko 400 hezar penaber tê de dijîn guhdarî kir, û tekez kir ko dê hemû bizav bibin tako hemû daxwazên wan yên hawarhatinê pêk bînin, û bi taybetî ji bo zarok û jin û nexweşan.
Civîngeran karê desthilata Sûrî ya demkî gengeşe kir, û Mistefa got ku ew dê civînan li gel wezîrên desthilata demkî û serokên encûmenên xwecihî li dar bixin, û bal kêşand ser ko amanc jê naskirina pirojeyên li herêmên rizgarkirî hatine pêkhatin û amadekariyên qonaxa dahatî ye.
Desteyê çend hevdîtin digel nûnerên deste û encûmenên xwecihî li dar xistine, da rewşa xizmetkarî û ya giştî ya xelkên bakur bişopînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî