Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civîna xwe ya roleyî li bargehê sereke yê Hevbendiyê li gundewarê Helebê Lidar xist.
Endamên desteya siyasî dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û yên siyasî gengeşe kirin, û hemû raport û çalakiyên dema dawî pêkhatine, û hevdîtinên ko desteya serokatiyê û nivîsgeha peywendiyên derve digel nûnerên dewletên hevalên miletê Sûrî kirine, pêşdîtin kirin.
Desteya siyasî bûyerên xwîndar yên bi sedema operasiyona leşkerî çêbûne, ya ko rêjîm û Rûsya li Idlib û gundewarê Hema yê bakur pêk anîne ji encaman tawanên cengê yên kirêt pirotesto kirin, û daxwaz kirin ko bombebaran raweste û li cîbicîkirina peymana Idlib vegerin.
Destnîşan kirin ko giring e rêkxistinên navdewletî tevbigerin û bi hawara xelkê ve bên, û bi taybetî bo rawestandina operasiyona derbiderbûna xelkê ya mezin û metirsîdar ber bi penagehan ve, û gotin ku giring e dîsa alîkariya bijşkî bibe û rê nedin rêjîmê û Rûsya ko sivîlan asteng bikin, da wan neçarî xweradestkirinê bikin.
Endamê desteya siyasî û yê desteya danûstandinan Hadî Elbehre, mijara civîna dawî ya hefteya bûrî digel şandyarê navdewletî Cîr Bîdirson li Riyada paytexta Erebistana Siûdî û pêşveçûnên pirosesa destûrî û bi taybetî damezirandina komîta destûrî pêşkêş kir.
Desteysa siyasî mêvandariya nûnerên desteyên sivîl û yên leşkerî kir, ji wan jî serokê nivîsgeha siyasî ya Aniya Niştimanî bo Rizgarkirinê, ko wî jî raportek li ser rewşa meydanî û qurbaniyên ko şoreşger bo misogerkirina amancên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê didin pêşkêş kir, her weha li ser yekgirtina alayên leşkerî û damezirandina feyleqan axivî.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî