Komîta ko Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ew erkdar kiribû, peywendî bi 12 alayên leşkerî re kirin, bi amanca ku nûneritiya wan ya siyasî di Hevbendiya Niştimanî de hebe, di çarçoveya pirogramê çaksazîkirinê de yê ko desteya serokatiyê ya nû bi serpereştiya mamoste Riyad Sêf pêşkêş kiriye.
Danûstandin bi alayên destnîşakirî re yên li gora pîvanên ko li ser wan lihevkirine çêbû, û ji hêla desteya siyasî ve hate erêkirin, daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku ev pêngav ji bo xurtkirina rewabûna Hevbendiyê wek dezgehekê ko nûnerîtiya miletê Sûrî û berevaniya şoreşa wî û mafê wî bike, wek beşekî ji pêngavên tavêje ji bo xurtkirin û diristkirina nûnerîtiyê di Hevbendiyê de, û beşdarkirina hemû pêkhatiyên leşkerî û şoreşgerî û siyasî û xwecihî.
Daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko “piraniya wan erê kirin ko beşdar bibin, hêj komît li benda erêkirina yên din e”, her weha komîtê “komek kar damezirand ji bo hevrêzkariya hevbeş di navbera Hevbendiyê û hemû hêzên leşkerî de bike.”
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de dibîne ko “ev pêngava giring ya ji bo pevgihandina herdu basikên Şoreşê yê siyasî û leşkerî û xurtkirina nûnerîtiya alayên leşkerî di Hevbendiyê de ye.”
Her weha desteya siyasî biryarek bi erêkirina tevahiya endaman stand li gora gotina komîta endametiyê û komîta yasayî, ji bo endametiya firakisyona Erkan bidawî bike, ya ko nûnerîtiya Encûmena Leşkerî dikir, ya berê hatiye jiberhevxistin, (ji ber ko bingeha nûneritiya wan bike nîn e) li gora biryara komîta yasayî.
Desteya siyasî ya Hevbendiyê spasiya endamên di dema bûrî de nûnertiya bizava leşkerî dikirin kir, û xweşhaliya xwe diyar kir bi nûneritiya wan ji çi alayî ji alayên hatine pesendkirin re, û dilxwaziya hevkariya bi wan re tekez kir.
Pirogramê çaksazkirinê yê ko serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Riyad Sêf pêşkêş kiriye, û ji hêla desteya siyasî ve hatiye pejirandin, zincîrek ji pêngavan li xwe digire ji bo nûjenkirin sistema bingehîn û xurtkirina beşdarî û hebûna hêzên civaka sivîl û hêzên siyasî, û çêkirina komên kar yên hevbeş û encûmenên xwecihî û partî û desteyên siyasî û yên xortan û hêzên şoreşger û kesayetiyên ramyarî û yên civakî û karsazan. Da beşdarbûneke berfirehtir di biryara niştimanî Sûrî de dabîn bike, digel pirinsîba zelalî û lêpirsînê, û haydarkirina raya giştî ya Sûrî bi pêvajoya karê siyasî û astengî û rewşa wê, bi awayekî ko bawriya kolana Sûrî bi şoreşê û desteyên wê yên niştimanperwer bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî