Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civîna xwe ya xuleyî evro pêncşembê li bargehê Hevbendiyê li gundewarê Helebê lidar xist.
Civînê rewşa meydanî ya herêmên rizgarkirî û dijminkariya Rûsya û Îranê li ser Idlibê û gundewarê Hemayê û operasiyonên koçkirina berfireh gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiyê Ebdilrehman Mistefa got ku êrîşên hovane yên li ser sivîlan li Idlib û Hemayê bûn sedem ko bêtir ji 350 sivîlan heta nuha şehîd ketine, gelek zarok û jin di nav wan de hene, hem bêtir ji 300 hezar kesî koçber bûne û wêraniyeke mezin di tax û jêrxan û nexweşxane û dibistanan de çêbûye.
Mistefa daxwaz kir ku yekser ev dijminkarî raweste û rewş wek berê vegere. û spasiya helwesta navdewletî ya êrîşan red dike kir, û her weha spasiya bizava ko hemû dewlet dikin bo fişarê bidin ser Rûsya tako piştgiriya xwe ji dijminkariyê rawestîne û nehêle bêtir êrîş li dijî sivîlan bibin kir.
Desteya siyasî ya Hevbendiyê şêweyê danûstandinê bi hêzên sivîl û desteyan li ser xaka rizgarkirî gotûbêj kir, di vê pêvajoyê de çend hevdîtin bi nûnerên encûmenên xwecihî re lidar xistin, û rewşa xizmetgozeriyê û ya koçberan li herêmên ji hêla rêjîmê û milîtanên îranî ve topbaran dibin digel wan gotûbêj kir.
Wek tê zanîn ko Hevbendiya niştimanî bargehekî xwe yê fermî li gundewarê Helebê vekiriye û dest bi têkiliyê bi encûmenên xwecihî û birêveberiyên çalak li herêmên rizgarkirî û hemû deste û rêkxistinên civaka sivîl li Sûriyê kir.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî