Desteya Sûrî ya danûstandinan tekez kir ko rêjîma Esed “evro di rewşa xwe ya herî xirab de dijî” û rewşa wê bi “kambax e” bi nav kir. Wek bersivê ji daxuyaniyên Potîn re yên ko li kongirê Pekîn dabûn.
Desteyê di daxuyaniya xwe de duhî duşembê destnîşan kir ko nîşandekên têkçûna rêjîma Esed û nekarîna wê ya kontrolkirinê li ber çavên Sûriyên derve û hindur e, û lêkolîner û ragehêner jî dibînin.
Û bal kişand ser ko rewşa wê dihêle piraniya berhemên abûriya Sûrî bifiroşe an bi kirê bide, ev dê Sûriyan ji jêderên piştgiriya abûrî ya dîsa-avakirinê bêpar dike, û dê paşerojeke deyndariyê û pabendiyên demdirêj li ser wan feriz bike, himber vê ew dixwaze demê delîve bike tako bêtir di desthilatdariyê de bimîne, û ji çareseriya siyasî direve.
Daxuyaniyê berdewam kir û got: ‘’Bi hişmendî em nikarin navê desthilatê li rêjîmekê bikin ko 60% ji xaka welat ne di bin kontrola wê de ye, û nîvê hevwelatiyan li derveyî birêveberiya wê ne, bi sedema koçkirina rêbazkirî, û wê nikarîbû çi pêşkeftina leşkerî li ser xakê bi dest xistiba eger ne ji piştgiriya derve ba, ko ew nikare dest jê berde, û roja xwe li ser piştgiriya derve dijî û nikare şerekî bêyî alîkariya çekên asmanî ya Rûsî û milîtanên biyanî bike, li gora daxuyaniyên berpirsên wan welatan. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî