Wezareta tendiristiyê ya desthilata demkî namak şand ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîş re derbarê bombebarana rêbazkirî ya rêjîma Esed û Rûsya li ser nexweşxane û cîgehên bijîşkî, yên ko hejmareke mezin ji kadiran di wan de hatine kuştin, û alav û turumbêl û avahî jî wêran kirine û ew dezgeh ji kar derketine.
Wezaretê diyar kir ko ji sala 2011ê ve heta 2015ê, bi kêmanî 70 cihên bijîşkî hatine amanckirin û di encamê de 497 bijîşk û berdestê bijîşkan yên hawarhatinê şehîd ketine. Wezaretê destnîşan kir ko bêtirîn hejmara bombebaranê sala 2016 bû, ji ber 286 navendên bijîşkî hatin amanckirin û 151 kadirên bijîşkî şehîd ketine.
Wezaretê destnîşan kir ko sala 2017ê û heta meha çaran, 32 cihên bijîşkî hatine amanckirin, û ya dawî nexweşxana Kefer Texarîm bû, ya ko bi mûşekên goşeyî û yên valahiyê berbanga îro hatiye amanckirin.
Wezaretê tekez kir ko cîgehên bijîşkî dûrî baregehên leşkerî û aniyên şer in, û çi endamên çekdar li wir nîn in, ew navend xizmetên bijîşkî ji niştecihan re li herêmên rizgarkirî pêşkêş dikin bê ko li ol, mezheb an regez bipirsin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî