Îro şemiyê sibehê, civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî dest pê kirin, û dawîtirîn pêşketinên meydanî û nemaze dijminkariya rijêma Esed û piştgirên wê dijî sivîlan li Idlibê û gundewarê wê.
Despêka rûniştinan bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûrî bû, ya ji hêla serokê Hevbendiyê ve hat destpêkirin, û paşre behsa tewanên cengê yên rijêma Esed û piştgirên wê yên li Idlibê û gundewarê wê pêk tînin hat kirin.
Endamên desteya giştî bi tundî operrasyonên bombebarana bêserûber ya ku sivîl û xalên pizîşkî û navendên jîndariyê li Idlibê û gundewarê wê jê re dibin armanc. Û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ji bo bi berpirsyariyên xwe rabe derbarê peydakirina parastinê ji sivîlan re, û karkirina ji bo rawestandina dijminkariyê bi şêweyeke yekser, û piştgiriya agirbesteke giştgîr.
Û serokê Desthilata Sûrî ya Demikî birêz Abdulrehman Mustefa û wezîrên hikûmetê raporên xwe yên karê tevhiya wezaretan pêşkêş kirin, û tekezî li ser berdewamiya xwe di cîbecîkirina nerîna Hevbendiya Niştimanî û desthilatê ya ji bo mukumkirina hêminî û aramiyê, û çesipandina rêveberiya sivîl û aqilane kirin. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî