Îro karubarê xula asayî ya 36’an ya civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li Stembolê destpê kir û wê bo heyamên du rojan dirêj bike.
Civînên Hevbendiyê yên vê xulê wê zêdetir raweste li ser fayilên navxweyî, nemaze rewşa meydanî ya li Xûta û Reqê û Dêrazorê, û hewlên hevbendiyê bi rêka hikûmeta demkî ji bo zêdekirina têkiliyên rasterast ligel encûmenên xwecihî û dezgehên sivîl li hindur.
Herwiha wê kar û amadekarên geşta nû ya danustandinên Cinêvê ya li 28’ê vê heyvê gengeşe bike, û gengeşekirina kongirê Riyaz 2, û Ehmed Remezan endamê desteya siyasî dît ku kongirê Riyaz 2 wê alîkariya opozisyonê bike bo başamadeyên zêdetir bo geşta Cinêv ya bê û bidawîkirina bihaneya ne yekgirtina opozisyonê ya rijêma Esed û hevalbendên wê belav dike.
Û pêşkêşkirina encamên serdana şandên Hevbendiyê yên dawiyê bo Amerîka û Ewropa ji aliyê serokê Hevbendiyê Riyaz Sêf û desteya siyasî ve, û tevî gengeşekirina fayilê navçeyên rizgarkirî û karê hikûmeta demkî û şopandina radestkirina derwazên sinorî û hewlên avakirina artêşeke niştimanî ya azad.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî