Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî berpirsyar dît di ber ketina qurbaniyan di nav xelkên sivîlên de li Reqê, herwiha ew berpirsyar dît di ber derencamên piştgiriya wê ya berdewam ji milîsên “QSD” re.
Ligor çalakvanên Reqê , zêdetir ji 160 sivîlên ji bajarê Reqê di sê rojên borî de bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî û êrîşên milîsên “QSD” hatine kuştin, û diyar kirin ku di nav wan de heft malbat ku ji 50 kesî pêkhatine bi tevahî tevlî jin û zarokan duhî li roja sêşemê yekser bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî li ser navçeya Elmelahî li bajarê Reqê hatine kuştin, û di paş wê re heman navçe ji aliyê milîsên “QSD” ve bi giranî hat bombebarankirin.
Çalakvanan diyar kirin ku nêzîkî 110 êrîş ji aliyê firokên Hevpeymaniyê li ser taxên Reqê li herdu rojên yekşem û duşemê hatin encamdan, û têde zêdetir ji 100 sivîlan şehîd û birîndar bûne, tevlî wêrankirina çend xaniyên nişteciyan û cihên bazirganî.
Hevbendiya Niştimanî îro li roja çarşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku ev tawan dikevin li ser zincîra tawanên şer yên şermezarkirî yên di derheqa sivîlan de dibin, û yasa navdewletî pê binpê dibe, û hevdem diyar kir ku dijberiya terorê bi rêka armanckirina sivîlan û piştgiriya çi awayekî din yên terorê çênabe, ku pêşbîniya çareseriya siyasî nabe bê yekalîkirina helwesta navdewletî li hember çavkaniya terorê, ya ji rijêma Esed pêktê ku ew berpirsayera sereke ye di ber belavbûna terorê de li Sûriya û navçeyê.
Û ev zêdetir ji 75 rojan heye şerên dijwar li Reqê dibin di navbera rêxistina “DAIŞ” û milîsên “QSD” de, û piştgiriya “QSD” ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca kontrolkirina bajarê Reqê dibe, yê ku mezintirîn wargehê DAIŞê ye û ji dawiya sala 2013 an ve kontrolkiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî