Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa, cîgirê wî Bedir Camûs, emîndarê giştî Nezîr Elhekîm, serokê desteya danûstandinê Nesir Elherîrî û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb, serdana bajarê Efrînê li gundewarê Helebê kirin.
Şandeyê rewşa karê dezgehên xizmetkariyê yên bingehîn li bajêr û rewşa jiyana niştecihan şopandin, û digel çend malbatan civiyan û li arîşe û astengiyên dikievin riya wan guhdarî kirin.
Şandeyê li bargehê encûmena xwecihî li bajarê Efrînê, digel serokên encûmenên xwecihî li herêmê û nûnerên polîsên leşkerî civînek lidar xistin.
Serokê Hevbendiya niştimanî tekezî li ser giringiya pêşvebirina karê encûmenên xwecihî û bihêzkirina rola polîsên sivîl kir, tako aramiyê li herêmên vegerînin, û bal kişand ser aramkirina herêmê piştî berdana milîtanên PYD bi piştgiriya artêşa Tirkî aram bibe.
Mistefa bêtir got ko pareke mezin ji xelkên Efrînê li herêm û malên xwe vegeriyane, piştî ko dezgehên xizmetkariyê aktîv bûne, û got ku wê ev tişt alîkar be bi vegera rewşa jiyanê û pêşvebirina rêkxistina birêveberiya sivîlî li herîêma ko desthilata Sûrî ya demkî wê control dike.
Mistefa tekezî li ser xurtkirina peywendiyan bi hemû çalakvanî û dezgehên şoreşgerî li herêmên ko şoreşger wan control dikin kir, hem li ser karê hevbeş ji bo hêviyên miletê Sûrî bo azadî û rûmetê misoger bibin, û bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî karê vekirina ofêsên xwe li hemû herêman dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî