Desteya hecê ya bala ya Sûriyê amaje bi bizavên welatê Siûdiyê kir, û got ko her sal xizmet û guhdana hecacên Sûriyê dike, di civîna komîta bala ya hecê ligel berpirsiyarên Siûdiyê,
Di seredana desteya hecê ya bala ya Sûrî bo welatê Erebistana Siûdî duh çarşembê de, Dr. Nezîr Elhekîm serokê komîta hecê ya bala û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya bizavên ko Erebistana Siûdî ji hecacên cîhana islamî re pêşkêş dike kir.
Ji hêla xwe ve Dr. Ebdulfetah Bin Silêman Mişat cîgirê wezîrê hec û umrê yê Erebistana Siûdî amaje bi bizavên dezgehî yên komîta hecê ya Sûrî kir, ko ji sala 2013z, 1434k xizmeta hecaciyan dike.
Mişat got: Erebistana Siûdî dibîne ko xizmeta mêvanên mala xwedê erkekî netewî û pîroz e, destnîşan kir ko ‘’ desthilata Siûdî alîkariyê bo hemû miletan pêşkêş dike û miletê Sûrî dê piştgiriyeke guncaw jê re bibe. ‘’
Hevdîtina ko li bajarê Cedê çêbû ji endamên komîta bala ya heca Sûrî bi serokatiya Dr Nezîr Elhekîm û Dr. Hişam Merwe cîgirê serokê komîtê û Samir Bêreqdar fermanberê heca Sûrî û endamên komîtê digel Dr. Ebdulfetah Bin Silîman Mişat cîgirê wezîrê hecê û umrê û Dr. Hisên Bin Nasir Elşerîf wekîlê wezaretê yê karûbarê hecê û wekîlên wezaretê yên fermanberiya giştî û seredanê li bajarê Medîne Elmunewere û yên hatinûçûnê û nûnerên wezareta navxweyî û derve ya welatê Siûdiyê pêk hat.
Di dûmahiya hevdîtinê de herdu şandan nîşanên xelatkirinê dane hevûdû, seredan dê hefteyekê berdewam bike ji bo hevdîtinê ligel dezgehên bi ser wezareta hecê û umrê ve pêk bîne û girêbestên pêwîst bo werzê hecê yê dahatî imze bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî