Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê Hadî El-Behra di gotina xwe de li pêşiya Encumena Ewlekariyê, daxwaza bikaranîna hêza leşkerî li dijî Esed kir bo pabendbûna bi biryara2401,û da zanîn ku ev yek dê prosêsa siyasî û danûstandinan bipêş ve bibe
Behra got:”Ji bo Rawestandina tundiyê û cîbicîkirina prosêsa siyasî, divê tedbîrên pêwist ji aliyê wan aliyên ku karin vê yekê bikin werin kirin “. Behra weha jî got:”Em dazwazê ji dewletên endam dikin ku di riwê binpêkerên agirbestê de rawestin, û ne tenê di warê bikaranîna çekên kîmawî de, di rêya gefxwarina bikaranîna hêzê li dijî wan binpêkeran”, Ev yek mumkin e, Pêwist e, Û gelekî dereng ketiye”.
Behra bal kişand ser wê yekê ku Rûsiya naxwaze ku Encumena aktîv be, lewma nimûneya herî diyar ew e ku tedbîrek ji derveyî encumenê were kirin, da ku piştevaniya biryarên wê bike, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku endamên encumenê tenê li ser rêbaza temaşekirinê dimeşin, ew nikarin ti karî bikin, ew wê demê neçarin danûstandinê ligel encamên nebaş bikin, ew encamên heye ku li her welatî derkevin.
Behra tekez kir ku piştgirêdan bi Rûsiya bo bendkirina rejîmê ne siyaseteke steratejîk e, û tenê tektîkeke li ser bingeha hêvî û xweziyan, û destnîşan kir ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî nikarîbû “sîxurê” xwe û kontrol bike, û lêzêde kir ku rejîma Esed li dijî encamên Soçî jî derket.
Herwiha Endamê Desteya Danûstandinan û serokê berê yê Hevbendiyê daxwaza pabendbûna bi prosêsa siyasî kir, û da zanîn ku danûstandin ew çareseriya ji bo aştiya herdemî ye li Sûriyê, û lêzêde kir ku ew prosês bi ser nakeve heger rejîm neyê neçarkirin li ser danûstandinan.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê