Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes El-Ebda, tekez kir ku rejîma Esed, helwesta xwe neguhertiye, û sûr e li ser têkdana pêvajoya siyasî û valakirina naveroka wê, û bal kişand ku hevdîtina rejîmê bi nunerê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura re, hat bi armanca xapandina civaka navnetewî û ji bo xwe wek alîkar nîşan bide.
El-Ebda îro di axaftinên xwe de ji rojnameya “El-heyat” re, got ku “hêjî rejîm astengiyan derdixe”, û diyar kir ku “mercên rejîmê tên bi armanca têkdana karê Komîsyona Makezagonê û valkirina naveroka wê”.
El-Ebda diyar kir ku “Rejîm hewl dide bi rêya hevdîtina xwe bi De Mistura re, ew hevdîtinên di çarçoveya têkiliyên giştî de, xwe bide xuyakirin ku ew ne asteng e”.
Wî got: “Rejîm berdewam lîstika bi pelika demê bikar tine, ji bo paşxistina ragihandina Komîsyona Makezagonê bo demekî zêdetir”.
Herwiha bal kişand li ser daxuyaniyên El-Mohelim ku daxuyaniyên wê “Eşkere dikin ku rejîm naxwaze komîteya makezagonê û di çavdêriya Netewên Yekbûyî de aktiv bibe, “, û El-Ebda civaka navnetewî han da li ser”standina helwesteke çalak û destwerdaneke cidî ji bo danîna pêvajoya siyasî li ser rêya rast”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê