Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes El-Ebda, piştrast kir ku giringîpêdana Hevbendiyê ji bicihkirina peymana Idlib re, ji ber guhdana wê bi ewlehiya welatiyên sivîl e, û parastina wan ji operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û hevalbendên wê yên li dijî deverên cuda yên Sûriyê pêkanîne, û têde tawanên şer yên berfireh çêbûne.
El-Ebda îro roja pêncşemê di daxuyaniyeke taybet de bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî “Ewlehî û parastina welatiyên sivîl her dem wek giringtirîn erkê xwe dibîne”, û got ku planên rejîmê yên ji bo kontrolkirina Idlibê ” yekcarî biser neketin”.
Û destnîşan kir ku şandeke Hevbendiya Niştimanî serdana devera tampon ya destnîşankirî ji aliyê peymana Idlibê kir, û got: “baweriya me bi rêjîmê nîne, ji ber vê yekê me serdana deverê kir û me bi çavê xwe amadebûna şervanên li eniyên şer dît, û likarbûna wan ji bo rûbirûbûna her bizavekê ji aliyê rejîmê “.
El-Ebda diyar kir ku tenê çekên giran ji herêma tampon hatine vekişandin, ligel mana çekên navîn û sivik di destê şervanên Artêşa Sûriyê de.
Wî herwiha diyar kir ku hevbendiya Niştimanî kar bi Tirkyê û hikûmeta demkî û encumenên xwecihî re dike, ji bo danîna planekê bo rêvebirina deverê bi tevahî û aktivkirina xizmetên têde û got: “Em dixwazin rewşa trajîk ya li herêmê biguherînin piştî bombebaran û wêrkankirina wê ji aliyê rejîmê di salên borê de”.
Û tekez kir ku wê kar bi riya jinûve-avakirina saziyên dewletê bibe, û birêvebirina wê ji aliyê şêniyên wê ve, bi sûdewergirtina ji pisporên di nav sivîlanên ku bi zorê koçber bûne de, yên bûne beşekî mezin ji xelkê wê, piştî operasyonên guhertina demografîk ji aliyê rejîmê li deverên cuda cuda.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê