Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-Ebde, îro înê, gelek pêwendî bi aliyên Sûrî û Tirkî re kirin, bo şêwir û hevrêziya helwestan derbarê rûdanên ku gur dibin, û tewanên rêjîm û hevalbendên wê li Idlibê dikin.
Û El-Ebde tekezî li ser mafê Tirkiyê yê bersvdana rêjîma Esed li ser tewanên wê kir, û ji civaka navdewletî xwest ku li kêleka Tirkiyê raweste û piştgiriyê bidinê di cenga wê ya dijî terora Esed û Rûsiya û Iranê de.
Û Serokê Hevbendiyê, tekez kir ku herdû gelên Sûriyê û Tirkiyê îro li eniyekê radiwestin, di cenga hevbeş dijî dijminekî hevvbeş, û daxwaza hevgirtin û Hevkarîyê ji bo parastina herdû miletên bira kir.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî