Enes El-E’bide, berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, eşkere kir ku “Rejîmê dest bi rêşûnên pratîk kiriye ji bo biyaskirina zêdegaviyên li ser milkê Sûriyan bi riya diristkirina navendeke taybet ji bo cîbicîkirina mersûmê 66, û ragihanda lîsteyên taybet ji bo milkdarên li navçeyên Kefir Sûsê û Mezê û Darya û Qedem, bi riya hukmên destdanîna li ser mal û milkên rikberan”.
El-E’bide îro di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya El-Heyat got ku “Serrastkirinên ji yasayê re hatine kirin, parastina pêwîst ji mafên Sûriyan re dabîn nake, û bersiva tirsên opozisyonê nade”, û diyar kir rejîm ji naçarî bi serrastkirina yasa 10 rabû, ji encama zextên navnetewî û cemawerî, lê di heman demê de bi tenê serrastkirin hatin li ser dirêjkirina dema destûriya belgeyên milkdariyê ji mehekê bo salekê, û herwiha rêdaneke mafê dûvçûna dadweriya asayî bo milkdaran piştî bidawîhatina karên komîteyên ligorî tekstên yasayê danîne”.
El-E’bide, diyar kir ku serrastkirinên hatine pêkanîn bi xwe berdewamiya zêdegaviyan piştrast dike, li ser derxistina yasayên destdanîna li ser mal û milkên bi milyonan welatiyên sûrî yên daxwazkirî bo dadgehê û yên binçavkirî û kesên bêserûşûn û koçberên bi darê zorê ji gund û bajarên xwe û malên xwe hatine koçberkirin.
El-E’bide bal kişand ku “Dema salekê wek di serrastkirinan de hatiye, ew jî wek mehekê ye, ji aliyê ku ew kes nikarin parastina mafên xwe bikin, yan jî nikarin kesekî bikin wekîl ji xwe re, ji ber nebûna atmosferekî aram û dadwerîyeke serbixwe di rewşa heyî de”.
Û Alabda tekez kir ku “ Sedema tirsa ji vê yasayê ew e, ku dihêle xwediyên milkan bibin wek hevparan ji malên giştî re, û ew dihêle girêdana wan bi xaka wan ve lawaz bibe û viyana wan ya vegerê kêm bibe”, û Alabda hişyarî da ji vê yasayê û got ku “ Ev yasa dihêle kesin din şûna nişteciyên resen bigirin, û ev dikeve xizmeta ecindeyên armancên rêjîmê û Îranê, yên ku dixwazin demografiya Sûriyê biguherin, û ev guhertinên çêbûne vê pirsê çareser nakin, lê belê arîşeyê kûrtir dikin”.
Û Alabda diyar kur ku “ Ew tirs li ser xwedanên malan ên ku li deverên di bin kontrola rijêmê dijîn jî heye, ji ew kesên nexwestî ne ji aliyê rêjîm ve jî, ji ber ew pereyên hatine texmînkirin ku bidin wan , têra kirîna xaniyekî li wan deverên biryar hatiye dan ku avahî li wan bên sazkirin nakin, lewra neçar dibin ku para xwe bifroşin, wek siyaseteke rêbazkirî”.
Berdevkê fermî yê Hevbendiyê cext kir ku “Tiştê herî bi tirs bû, ku di serrastkirina qanûna 10 de nehat ew e ku mafê milkiyetê didin fabrkayên ku pere ji bo wan tên dan li nava navçeyin destnîşankirî, ji bo beşdariya wan di avadankirina wan navçeyên rêxistinî de, û tê zanîn ku ew kompanî bi gelemperî mezhebî ne û yan jî alîgirên Îranê ne”.
El-E’bide daxwaza “Berdewamiya fişaran li ser rêjîmê kir ji bo tunekirina qanûnên derxistî û nehêlana bandorên wan, û destê xwe nedin belgeyên milkdariyê, ji berî dabînkirina atmosfêreke aram bo vegerek ewle ji penaberan re û serbestberdana girtiyan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî