Serokê desteya danûstandinên Sûriyê Nasr el-Herîrî cext kir ku eger rejîm û hevalbendên xwe biryarê bidin li ser encamdana şerekî li dijî idlibê, wê ne hêsan be, û bang li cîhanê kir ji bo rê bigirin li pêşiya tawanên nû li dijî sivîlan li Idlibê , û rawestin ligel sivîlan û cenga wan ya bi navê “şerê dirêj li dijî rejîmê û terorîzmê.”
Herîrî, destnîşan kir ku “xelkê Sûriyê îro weke yekrêzê û yekpeyvê li hemberî hêzên kuştin û tawan û terorê radiwestin”, û destnîşan kir ku “tekez wê şerê Idlibê ji rejîmê û hevalbendên wê re ne hêsan be, eger wan biryar da li ser şerekî wiha”.
Wî bal kişand ser ku rêjîm û hevalbendên wê “terorîzmê bikar tînin wekî behane û hincet ji bo armanckirina sivîlan”, û tekez kir li ser pêwistiya ku civaka navnetewî rê bigire li pêşiya operasyona leşkerî ya li dijî Idlibê, û got: “divê tevahiya cîhanê îro raweste li hember zilmaê rejîma Beşar el-Esed û hemû hevalbendên wî”.
Û gazî ji bo piştgiriya şoreşgerên parastina xwe û malbatên xwe dikin kir, û got: “divê tevahiya dinyayê ligel wan lehengan rawestin ,yên ku jiyana xwe terxan kirine ji bo parastina xelkên xwe û rûmeta wan, di şerekî demdirêj de li dijî rejîmê û terorê bi hemî şêweyên wê”.
Û heşt dewletên Ewropayê di daxuyaniyeke hevbeş de hişyarî dabûn li ser metirsiya egera pêkanîna oparesyoneke leşkerî li dijî Idlibê ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê ve, û daxuyanî ji aliyê balyozê Swêdê yê li Netewên Yekgirtî Olaf Skoog di kongirekî rojnamevanî de hate xwendin, , li ser navê heşt welatên Yekîtiya Ewropayê li Konseya Ewlekariyê, Fransa, Brîtanya, Almanya, Belçîka, Swêd, Holanda, Polonya û Îtalya.
Skoog got ku “her kiryareke leşkerî ya berfireh li ser Idlibê wê jiyana zêdetir ji sê milyon sivîlî di nav wan de yek milyon zarok hene ku li herêmê dijîn, têxe metirsiyê de, û got: “em bang li dewletên gerantor” ji rêkeftina Astana re ya ku li gor wê navçeyên kêmkirina aloziyê li Sûriyê hatin çêkirin “, û bi taybetî Rûsya û Îran” dikin ji bo parastina rêkeftina agirbestê û lihevkirinên ku berî niha li ser rêkeftin hatibû kirin, di nav de parastina welatiyên sivîl bi awayekî herî giring”.
Herwiha hişyarî da “ji peydabûna koçberiyeke nû ya mezin ji xelkên deverê, tevlî koçberên berê yên ji ber operasyonên leşkerî û dorpêçkirina navçeyên din ji aliyê rejîma hovane ve reviyabûn “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat