Şandeka desteya danûstandinên Sûriyê ya bi serokatiya Dr. Nesr El-Herîrî serdana Moskoyê kir û bi Sergei Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê re civiya, û ligel wî paşeroja pêvajoya siyasî û girîngiya destpêkirina karê komîta destûrê gengeşe kir, tevlî gotûbêjkirina rewşa li Idlibê piştî îmzekirina peymana Idlibê ku bi saya wê dever ji operasyoneke leşkerî hate parastin.
Duhî roja înê di konferanseke rojnamevanî de, El-Herîrî hêvî kir ku hevdîtina bi Lavrov re gavek “bi bandor û berhemdar be” ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gor armancên xelkê Sûriyê, û tekez kir ku mana Beşar El-Esed li ser desthilatê, nayê qebûlkirin, ji ber ew berpirsiyar e di ber wêrankirina welat û kuştina gelek welatiyên sivîl de.
El-Herîrî pêdaçûnen şoreşa Sûriyê pêşkêş kir, her ji destpêka xwenîşandanên aştiyane, û bizavên rejîmê ji bo guherîna xwepêşandanên aştiyane ber bi karê çekdarî ve, û paşê çawa welat wêran kir û tawanên herî hovane pêkanîn, heta gihîşt sepandina peymanan bi darê zorê.
Herwiha behsa pêvajoya siyasî ya rawestyayî bi sedema redkirina rêjîmê ji biryarên navnetewî re kir, , El-Herîrî ragihand ku rejîm hêjî astengiyan dixe pêşya gavên çareseriya siyasî, bi riya mercên xwe yên pêşwext, û bal kişand ku di nav wan mercan de destdanîna wê li ser piraniya komîteya destûrî, û daxwaza serokatiya wê dike ku biryar di riya wê re bêne standin, û bi vî awayî wê pêvajoya sîyasî ji destpêka wê ya di nîva wê de beravêtî bike.
Û bal kişand ser ku rejîm hewl dide ku erkê komîteya destûrê bi tenê serrastkirina hin birgên destûrî be ne nivîsandina destûreke bingehîn ya nû be, û diyar kir ku rejîm avakirina komîteyekê di bin sîwana Netewên Yekbûyî de ji bo pêkanîna biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê red dike.
Tekezî li ser pêdiviya cîbicîkirina biryarên navnetewî di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de kir, û got ku “her pêvajoyeke siyasî ya bawerpêkirî, divê hevseng û li gor biryarên Konseya Ewlekariyê û daxuyaniyên Cinêv be, û bi vê yekê divê komîta destûrê ne cuda be ji cîbicîkirina biryara 2254, û divê di çarçoveya qonaxa veguhestina siyasî de be ya li gor biryarên Encumena Ewlekariyê ye “.
Wî herwiha tekezî li ser pêwîstiya “rênexşeyeke zelal, û xişteyeke demkî ya destnîşankirî wek ku di teksta daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 de hatiye kir, ji bo gihîştina çareseriya siyasî “
Û herwiha behsa hebûna hêzên Îranê li Sûriyê kir, û da zanîn ku zêdetir ji 120 deveran li Sûriyê di bin kontrola Îranê de hene, û diyar kir ku serbazgehên leşkerî jî ji aliyê îranê ve li Sûriyê hatine avakirin, û got: ku “nêzîkî 123 dever hene di bin kontrola hêzên Îranê de, ku ji aliyê opozisyonê ve hatibûn girtin û piştre hêzên Îranê hatin û têde serbazgehên xwe yên leşkerî ava kirin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê