Duhî hevdem ligel lidarketina civîna konseya ewlekariyê ya duhî ji bo nirxandina piroseya agirbestê û gihandina alîkariyan bo xelkê pêwîstdar, Hadî Elbehra endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji bo misogerkirina bicihkirina biryara 2401, cext li ser pêdiviya standina rêşûnên pêwîst ji aliyê endamên encumana ewlekariya navdewletî kir.
Elbehra got ku”heger rê bi Rijêmê bê dan ji bo berdewamkirina tawanên xwe li dijî gelê Sûriyê û neyê sizakirin, wê nehêle çi aramî li navçeyê peyda bibe, û herwiha wê rola terora dirinde dubare bibe”, û tekez kir ku kiryarên Rijêmê “sedem û tekerê sereke yê tundutîjiyê û dubarekirina terora bêdawî ye “, û civaka navdewletî li hember vê çendê gunehbar dît, û got ku wê “gelê Sûriyê bi dirêjahiya heft salên berdewam li hember tawanên rijêma stemkar bitenê hişt “.
Elbehra bal kişand ku wê aştî û seqamgêrî li navçeyê peyda nebe ligel berdewamiya siyaseta wêrankariya Îranê li Sûriyê û navçeyê, ya bi rêka belavkirina terorê û peydakirina mezhebperistiyê û xudankirina nakokiyan li tevaya navçeyê dibe.
Elbehra, rijêma Îranê bi hevpar û sereketirîn palpiştên rijêma Esed dît, û cext li ser giringiya dadgehkirina wê kir li ser tawan û kiryarên hêz û milîsên mezheperist ên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî