Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde beşdarî kongirê Ewlekarî û Hevkariyê li Miyûnixa Elmanî dibe yê ko roja înê dest bi karê xwe kir.
Serokê Hevbendiyê dê çend hevdîtinan digel serokên şandan û wezîrên derve pêkbîne, îro êvarî dê digel nûnera karûbarê derve ya Yekîtiya Ewropî Firîdrîka Mogirînî, her weha sibe sibehê digel wezîrê derve yê Firensî Can Mark Êrolt û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja yekşembê bicive û dê bi berpirsiyarên şanda Emerîkî re di ber kongir re bicive.
Her weha Elebde sibeha şemiyê dê di simînarek taybet de bi amadebûna wezîrê derve yê dewleta Qeter Elşêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Tanî û nûnerên karûbarê mirovî yê Netewên Yekbûyî Stîvin Obrayin beşdar bibe.
Hevdîtin dê li ser rewşa Sûriyê û danûstandinên Cinêva 4 yê ko karên wî di 23 vê heyvê de destpê bike, hem jî dê baldariyê bidin ser giringiya veguhêza siyasî li Sûriyê û şerê terorîstiyê û giring e hemû milîtanên bi ser Îranê ve wekû rêkxistinên tirorist binav bibin û gerek şerê wan bibe.
Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî