Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, diyar kir ko komîta destûrî ne çareseriya siyasî li Sûriyê ye, lê ew parek ji tevaya pirosesa siyasî ye, û tekez kir ko evro pêşinde ji Idlibê re ye, û dijminkariya rêjîmê û piştgirên wê bête rawestandin.
Ev di civîneke fireh de hat, ya di navbera serokê Hevbendiyê û emîndarê giştî û endamin desteya siyasî evro pêncşemê li bajarê Ezaz li gundewarê Helebê yê bakur, ligel komeke mezin ji serpereştên feyleqa sisêyan ya artêşa niştimanî ji birêveber û leşkeran.
Elebde li ser rewşa siyasî ya dawî axivî û ji hemûyan daxwaz kir ko yek bin û hevkar bin ji bo xweragiriya şoreşgerên Idlibê û rawestandina tawanên berdewam yên cengê derheqê sivîlan, û got: ‘’em bawer in rêjîm herdem dixwaze pabendiyê bi biryar û peymanan neke. ‘’
Bal kêşand ser ko divê li ragehandina damezirandina komîta destûrî bête nerîn ko ew parek ji pirosesa siyasî ye, û got : Em bi hêvî ne ko biryara 2254ê bi tekûzî cîbicî bibe, ko desteyeke desthilatdariya veguhêz çêbibe û destûreke nû bête danîn û di pey re hilbijartinên pak bi çavdêriya Netewên Yekgirtî çêbibin û bendên mirovî cîbicî bibin û girtî bêne berdan û alîkarî ji kesên pêdiviya wan pê heye re bête pêşkêşkirin.
Her weha Elebde tekez kir ko istiratîciya Hevbendiya Niştimanî ew e, kar bi hemû hêzên şoreşê û dezgehên wê re bike, û got ku ev istiratîcî ji desthilatiyeke têgihiştî bi rêya desthilata Sûrî ya demkî pêk were, ko karibe baştirîn xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bike, û damezirandina artêşeke niştimanî ya karibe hemû herêmên rizgarkirî biparêze û ewlehiyê û hêminiyê peyda bike.
Û amaje bi giringiya destpêkirina amadekirina hilbijartinên azad li herêmên rizgarkirî kir, û dibîne ku serkeftina van hilbijartinan dê rewabûnê bide hêzên şoreşê, bervajî gotina rêjîma tawankar ya ko bi zordarî desthilatdariyê li welat dike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Ebdulletîf tekezî li ser giringiya pêkanîna ewlehiyê li herêmên rizgarkirî û nehêlana dijminê şoreşê ên ewlehiyê têk didin kir, û got: kar li herêmên rizgarkirî hêviyê li rex hemû Sûriyan di pêşkêşkirina nimûneyeke birêveberiya baş çêdike.
Piştî wê gotûbêjek li ser pilanên desthilata Sûrî ya demkî û bi taybetî wezareta berevaniyê çêbû, hem derbarê paşeroja pirosesa siyasî û amancên miletê Sûrî, û serokê Hevbendiyê bersivên pirsan da.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî