Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde Name ji her 15 serokwezîrên dewletên hevalên miletê Sûriyê û ji hin dewlet û rêkxistinên navdewletî û yên herêmî re şandin. Tê de daxwaza pêngavin kartêker kir, ji bo dîtina çareyekê ji metirsiyên li ser bajarê Helebê yê dîrokî re, û rizgarkirina wî ji têkbirinê, ji encama bombebarana hovane ya ko dibîne, ji hêla firokên rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên mezhebperest ko Îran piştgiriya wan dike.
Elebde di nameyên xwe de got: “Hevbendiya Niştimanî ji we bi hêvî ye ko hûn karibin Helebê û niştecihên wê ji operasiyona qirkirinê biparêzin, rewş dide xuyakirin ko bajar li ber bobelatekê ye û wê bandora wê ya siyasî û mirovî li ser miletê Sûrî û miletên herêmê pir mezin û metirsîdar be.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko gerek pêngavin piraktîk û bikêrhatî bên kirin ji bo dorpêçê rakin û alîkariyan bi firokan ji bo xelkên Heleba dorpêçkirî bavêjin, û daxwaz ji hevalên Sûriyê kir ko bombebarana Rûsî û ya desthilata Esed li ser Helebê pirotesto bikin, hem jî bihêlin ko komîteke navdewletî çêbibe ji bo peyketina kesên berpirs ên van kirdeyan dikin, û dabîn bikin ko ji sizayê rizgar nebin, ji nav jî karê Dadgeha tawanên navdewletî ya ji bo Sûriyê aktîv bibe û hemû alavên parastina sivîlan û saxlemiya wan li gora yasaya navdewletî dabîn bikin.
Elebde daxwaz kir ko dewletên heval dozê li Îranê bikin tako milîtanên xwe ji Sûriyê bikişîne û tawanên ko dikin pirotesto bikin, ji wan jî koçkirina kotekî û anîna hinên din şûna wan û guherîna nasnameya dîmugrafî û civakî û çandeyî ji piraniya herêmên Sûriya dagîrkirî re, her wiha milîtanên ko ji derve tînin Sûriyê, wan wek tirorist bibînin û peyketina berpirsiyarên wan, hem jî fişarê bidin ser Rûsya û hevalbendên wê tako erê bike ji bo garantî hebin li gora bendên 12,13,14 ji biryara 2254 ya sala 2015an.
Elebde got çareserkirina mijara Sûriyê ew e ko plana veguhêza siyasî bi tekûzî cîbicî bibe li gora beyana cinêv û biryarên Encûmena Ewlekariyê û ji wan jî biryara 2118 ya 2013an û biryara 2254 ya sala 2015an, û pêkanîna desteyeke desthilat ya veguhêz ko Sûriyê ji qonaxa zordariyê ber bi qonaxeke dîmuqratî bibe ko hemû miletên Sûrî bê dûrkirina tu alî beşdar bibin.
Elebde spasiya bizava Firensa kir ko dixwaze mêvandariya civînekê ji bo piştgiriya xweragiriya miletê Sûriyê bike, û kar bike ji bo dosya Sûriyê dîsa bo Encûmena Ewlekariyê bête hildan tako hemû dewletan li pêşberî berpirsiyariyên wan deyne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî