Enes Ele’bide; serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku hêjî derfet li pêş rêveberiya Amerîka heye bo serastkirina pêvajoyê û serederîkirin ligel doseya Sûriyê, û herwiha rawestandina Rûsiya û rêjîma Esed ji pêkanîna tawanan li Helebê, ku berdewam tawan tên kirin, her ji armanckirina karwanên alîkariyên NY heta bigehêje kuştin û wêrankirina nexweşxaneyan û jêrxana bingehîn.
Ev gotinên Ele’bide îro di civîna berfireh ya desteya siyasî de hatin, bi amadebûna hejmarek ji endamên Desteya Giştî, û Desteya Bilind Ya Danustandinan, ji bo nimayîşkirin encamên civînên New York’ê û herwiha behskirina rewşa meydanî ya zehmet ya bajarê Helebê.
Ele’bide tekez kir ku niha bijaredeyek bitenê li pêş şoreşa Sûriyê meya, ku ewjî yekxistina hemû bizavên siyasî û leşkerî ye, û rûbirûbûna şerê bitewşî yê li ser miletê me dibe, û çekên qedexekirî yên nû têde tên bikaranîn, û heta bi asêgehan têde tên wêrankirin, hevdem ligel bêkêrî û xemsariya civaka navdewletî li hember erkê xwe yê parastina sivîlan.
Ele’bide bal kişand li ser ku serkirdayetiya Hevbendiyê, hemû bizav terxan kirine ji bona yekxistina bizavên siyasî û leşkerî û rizgarkirina bajarê Helebê, hevdem cext li wê yekê kir ku Hevbendiya Niştimanî wê nehêle Heleb bişike û bikeve di dest milisên Îranê yên kirêkirî de, yên şer li kêleka rêjîma Esed dikin.
Hêjayê gotinê ye ku şanda Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danustandinan, serdana xwe ya çaverêkirî bo Amerîka ji bona girêdana civînên 71emîn xula komeleya giştî ya NY qut kir, ji ber oparisyonên hovane yên dijî Helebê dibin.
Serokê Hevbendiyê amaje kir ku dostên gelê Sûriyê îro li pêşiya rastiyekê ne, ku ji wan tê xwestin piştgiriya şoreşê bikin, şoreşa wek şoreşên wan ji alî rewşt û piransîpan de, yên welatên wan li ser hatine avakirin, û pêwîst e rê nedin bo mana stemkarî û diktatoriyêtê.
Jêder: Hevbendî