Thursday, 08 August 2019 18:24

Elferhan Daxwaza Sizakirina Rêjîma Esed Dike ji ber Tawanên wê Derheqê Girtiyan de

Hevrêzkarê Desteya Niştimanî yê karûbarê girtî û windayan Yasir Elferhan, tekez kir ko tiştê di zindanên rêjîma Esed de derheqê girtiyan dibe, tawanên cengê û cînoseyid in, ji Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko guhdaneke taybet bide kêşeya girtiyên Sûriyê û fişarê bide ser rêjîmê ji bo wan berde.

Elferhan dibîne ko dosya tawanên ko rêjîma Esed derheqê girtiyan de dike mezintirîn dosya ye, û amaje bi giringiya tevgereke jidil kir, ji bo biryarin ku pabendî bi wan bibe derkevin, û operasiyonên girtin û êşkenceya rêbazkirî rawestînin.

Elferhan bal kêşand ser ko rewşên girtin û tunekirina komelî di hindirê zindanan de berdewam e, û got ku ev mijar raportên mafnasiyê û yên çalakvanan herdem tekez dikin, û ev berpirsiyariyeke mezin e û dikeve ser milê Netewên Yekgirtî ji bo jiyana hemû girtiyan rizgar bike.

Û got ku divê daxwazên komîtên vekolîna navdewletî bi cî werin, bo yên binpêkirin derheqê girtiyan kirine ber bi dadgehên navdewletî de bêne şandin, û girtî bêne berdan û nehêlin kirdeyên girtinê ji derveyî yasayê dîsa çêbibin, li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Her weha Elferhan ji Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko pêngavine piraktîk û bi lez bavêje. Û diyar kir ko dibe ew pêngav mîna rêkxistinkirina seredanên rastî her demekê ji bo zindanan û navendên girtinê be , û rê bidin aliyên navdewletî da wan bibînin û rewşa wan binirxînin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Elferhan Daxwaza Sizakirina Rêjîma Esed Dike ji ber Tawanên wê Derheqê Girtiyan de