Serokê Komîsyona Niştimanî ya karubarên girtiyan û bêserûşûnan Yasir El-Ferhan, tekezî kir li ser giringiya belge û gotûbêjên niha di civîn û çalakiyên Konseya Mafên Mirovan li Cenevre ya Swîsre dibin, û bal kişand ser ku ev gaveke giring e ji bo diyarkirina rastiyan û eşkerekirina “tawanên şer yên kirêt dijî welatiyên sivîl”.
El-Ferhan tekezî li ser giringiya rawestandina rêjîma Esed û hevalbendên wê ji pêkanîna tawanên şer yên zêdetir li dijî sivîlên Sûriyê kir, her weha tekezî kir li ser pêwistiya sizadana encamderên van tawanan wek beşeke sereke ji pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê, û bal kişand li ser pêwîstiya raguhestina belge û gotûbêjên niha di bin nava Konseya Mafên Mirovan de dibin, yên derbarê tawanên şer û dijemirov li Sûriyê û dewletên din ji bo dadgehên navnetewî.
Wî got ku berdewamiya rejîmê li ser kuştina welatiyên sivîl bi rêya topbarana deverên nişteciyan û îşkenceya di girtîgehan de û binçavkirin û bêserûşûnkirinê, piştrast dike ku rawestandina van tawanan nabe bêyî bizaveke cidî ya navnetewî.
Konseya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî, civîna xwe ya 40’emîn li roja duşema borî li dar xistibû, û dê heta roja 22’ê Adara bê berdewam be, ku wê têde rewşa mafên mirovan li Sûriyê û 30 dewletên din li cîhanê gotûbêj bibe.
Û Korbenda demokratî ya Sûrî-Ewropî, û Rêxistina “Aştî nîne bê Dadwerî”, civîneke hevbeş li perawêza civînan di bin navê “belgeyên mirinê û nebûna dadweriyê li Sûriyê” li dar xistin, bi beşdariya berpirsên payebilind û pisporên mafê mirovan.
Beşdarên civînê xuya kirin ku kiryarên bêserûşûn, binçavkirin, îşkence yên li sûriyê dibin, binpêkirinên herî berbelav û sîstematîk in, û bal kişandin ku ji aliyê rejîma Esed ti hûragahî û sedemên mirina girtiyên di girtîgehan de nehatine pêşkêşkirin, û ev yek nayê qebûlkirin û dadperweriyê ji welatiyên sûriyê re dabîn nake.
Herwiha jî, hat pejrandin ku kiryarên binçavkirin û îşkenceya hovane, beşeke sereke ye ji stratejiya hêzên Esed, ji bo cezakirina kesên sivîl û belavkirina tirsê di nav malbat û xizm û civakê de bi tevahî, ku ev berpirsiyariyê têxe li ser civaka navnetewî ji bo şopandina pêkanîna dadperwerî û lêpirsînê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê