Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Yasir Elferhan tekez kir ku divê kiryarên koçberkirina neçarî yên li Sûriyê hatin pêkanîn bikevin di rojeva karên sereke yên NY de, û vegera hemû koçberan bo cih û warên wan bê dabînkirin, nemaze li dema ew çavdêriya pirosesa siyasî û ya danustanan li Sûriyê bike.
Ev peyvên Elferhan îro li Cenêvê hatin di parêwza civîneke xula asayî ya 37’an ya encûmena mafên mirov de, ya hatiye ji bo gengeşekirina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk li Sûriyê.
Ev civîn hat lidarxistin bi beşdariya hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî û nûnerên bergiriya sivîl ya Sûrî û hin saziyên civaka sivîl, bi amadebûna hin şahidhalan yên bi neçarî ji cih û warê xwe koçber bûne.
Elferhan bal kişand ser ku kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk ji aliyê çend aliyên serekî hatine pêkanîn, û tekez kir ku rijêma Esed tê di serê wê lîsteyê de, tevlî milîsên “PYD”ê.
Elferhan cext kir ku niha gefên koçberkirina neçarî li 400 sivîlên li Xûta yên dorpêçkirî tên xwarin, li dema cêbicênekirina biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2401 ya ji bo rawestandina kuştinê û cêbicêkirina biryara 2254 ya ji bo agirbestê bi awayekî yekcarî û rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan.
Ji aliyê xwe ve, Ehmed Elyosif ji aliyê bergiriya sivîl ya Sûrî got ku sivîl ji aliyê hêzên Rijêmê tên dorpêçkirin bi armanca neçarkirina wan li ser barkirinê, û bal kişand ku ji aliyê wan 16 kiryarên koçberkirina neçarî li 11 navçeyên ciyawaz li Sûriyê hatin dîtin.
Elyosif cext kir ku divê kirîdorên mirovî ji bo derbaskirina alîkariyan be ne ji bo raguhestina sivîlan be, wek hin bûyerên li hin navçeyan yên bi çavdêriya NY bûn, û kiryarên koçberkirinê bi tawanên şer binav kirin, û dadgehkirina tawanbaran bi karekî pêwîst dît.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî