Serokê desteya niştimanî Sûrî ya berevaniya girtiyan, Yasir Elferhan, tekez kir ko operasiyonên tunekirinê yên ko rêjîmê derheqê sivîlan pêk anîne, û lîsteyên navên girtiyên di zindanan de hatine kuştin, yên şandine birêveberiyên nifûsê, tawankariyên cengê û qirkirinê û yên lidijî mirovîniyê ne, û bi şêweyekî rêbazkirî û berfireh pêk tên, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku vekolînê derbarê wan operasiyonan bike, û wê wek ‘’ Şermezariyekê ji cîhanê re‘’ dibîne.
Elferhan bal kişand ser ko şandina lîsteyên navan bêyî radestkirina kelaxan û hebûna vekolîneke bêlayen derbarê wan, tekez dike ko qirkirineke tevahî û kuştina bi êşkencedanê derheqê girtiyan de çêbûye, ne wek ko rêjîm dibêje bi “kirîzên dil” mirine.
Û anî ziman ko li gor yasaya navdewletî ya mafên mirovan, eger kesek di girtîgehê de normal jî bemire; berpirsiyarî ya dewletê ye, û berdewam kir û got: ‘’ji ber vê jî gerek hemû rewşên mirinê têkevin ber vekolîneke serbixwe û giştî, û çi têkçûn di nepêkanîna van vekolînan de, bes e ko berpirsiyariya mirina qurbaniyan têkeve hustê dewletê ‘’.
Û tekez kir ku berpirsiyariya rasterast ya van tawanan dikeve hustê wan takekesên wan pêktînin, û serpereştên ko fermanê didin, her weha kesên li himber wan bêdeng dimînin.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko rêjîmê neçar bike da zindanan û navendên girtinê li pêş aliyên navdewletî veke, ji bo rewşa wan binirxînin û vekolîneke navnetewî li ser tiştê di zindanan de çêbibe pêk were, û girtiyên mayî bêne berdan û nehêlin girtinên nû yên derveyî yasayê çêbibin, li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye û bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Elferhan got ku operasiyonên êşkencedanê derheqê girtiyan bi şêweyekî rêbazkirî tên kirin, tako ji hevrikên xwe xilas bibe, ko heta nuha bi dehhezarên kesan jiyanan xwe ji dest dane.
Û diyar kir ko rêjîm pabendî bi biryarên navdewletî û berî wê jî bi peymanên navdewletî nekiriye, ew biryarên ko nahêlin girtina bêsedem û êşkence û danûstandina nebaş bibe, lê rêjîm operasiyonên girtin û revandinê berdewam dike.
Bêtir got ko ev tişt tev çêdibin, tev li ku biryarên navdewletî yên ji encûmena ewlehiyê derçûne, girtina sivîlan ya bêsedem û operasiyonên êşkencekirinê û tunekirin û veşartina kotekî red û pirsotestio dikin, û daxwaz dikin ko ev kirde rawestin û hemû kesên girtî bêne berdan.
Tê zanîn ko desteya niştimanî ya berevaniya kesên winda û girtiyan dike, bi biryara Hevbendiya niştimanî hatiye damezirandin, û bi şêweyekî serbixwe û bi hevrêzkariya digel rêkxistinên navdewletî yên serbixwe kar dike, bo karên berçav û piraktîkî pêk bîne, û girtiyan berde û êşkence û tunekirinê rawestîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî