Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm daxwaz ji hecaciyan kir ko du’ayan ji Sûriyê û xelkên wê re û her weha ji şehîd û girtî û dorpêçkiriyan re bikin.
Di gera xwe ya li bal hecaciyên Sûrî yên ko xwe ji ferza hecê re amade dikin li Erebistana Siûdî, Elhekîm tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî dest ji mafê miletê Sûrî û daxwazên şoreşa Sûrî bernade ta azadî û rûmetê misoger bike.
Duh karwanê dawî yê hecaciyên Sûrî gihişt Mekê û komîta hecê ya bala ya ko ev pênc sal in çavdêriya karwanên hecê rêkxistin dike, diyar kir ko hejmara hecaciyan vê salê giha 15hezaran.
Komîtê çend nivîsgeh ji xwe re li (Misir, Urdin, Libnan, Tirkiyê û bakurê Sûriyê), hem nivîsgehên şaxikî li Îmarat, Qeter û Kiwêtê vekirine, bi amanca pêşwazîkirina daxwazên hecê û rêkûpêkirina tevgera wan û peydakirina hêsankirinan ji wan re.
Her weha kadirên komîtê pêşwaziya hecaciyan kirin û tevgera wan li firokxanan hêsan kirin, û xizmeta wan li wir di rêya nivîsgehên bijîşkî û olî û birêveberî yên bi ser komîtê ve dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî